Biryara nepenîtiyê danîn ser lêpirsîna hevşaredarên dîlgirtî

Dadgeriya Tirk biryara nepenîtiyê danî ser lêpirsîna hevşaredarên Îdirê yên dîlgirtî.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê 15'ê Gulanê dest danîn ser şaredariya Îdirê û hevşaredar Eylem Çelîk û Yaşar Akkûş destgîr kir. Dadgeriya Tirk têkildarî lêpirsîna hevşaredaran biryara nepenîtiyê da.

Hevşaredar li Midûriyeta Emniyetê ya Îdirê dîl tên girtin û tê payin ku sibe îfadeyê bidin.

Têkildarî lêpirsîna li hevşaredarên Sêrt, Misric û Hawêlê jî biryara nepenîtiyê hatibû dayin ku li şûna wan qeyûm hatibûn danîn.