Biryara berdana Hevşaredara Geverê Yaşar hate rawestandin

Piştî îtiraza li biryara berdana Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar a li rûniştina doh, biryara berdanê hate rawestandin.

Li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê biryar hate wergirtin ku Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar bê berdan. Lê belê ji ber îtiraza li biryarê, nehate berdan.

Dadgehê bi şertê kontrola edlî biryara berdana Hevşaredar Yaşar da, lê belê dozgeriyê li Dadghea 2'emîn a Cezayê Giran îtiraz kir. Heyeta dadgehê jî nîvê şevê bi lez û bezli hev kom bû, daxwaza dozger nirxand, ev daxwaz qebûl kir û biryara berdana Yaşar red kir.

Ji parêzerên yaşar Harîka Karataş diyar kir ku kiryar li dijî hiqûqê ye û anî ziman ku wê li ber vê yekê rabin. Karataş got, "Pêkanîn bêşensiyeke mezin e. Ev biryareke siyasî ye û em ê li dijî vê îtiraz bikin."