Bîlançoya Tebaxê ya êrîşên li ser Efrînê

Dewleta Tirk û çeteyên bi ser wê ve meha Tebaxê jî bêrawest êrîş birin ser navçeyên Şêra û Şêrawa yên Efrînê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeyên Efrînê û kantona Şehbayê dewam dikin.

Li gorî ANHA'yê bîlançoya êrişên di meha Tebaxê de li ya êrişên li ser navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrîna dagirkirî û kantona Şehbayê wiha ye:

“1`ê Tebaxa 2021`an artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi şev û bi roj gundên Merenaz, Malikiyê, Tepê Ş.Xabûr, Şewarxe bi hawan û doçka topbaran kirin. Li ser xeta Şehba balafirên keşifê geriyan û 10 guleyên hawnan hatin avêtin.`

2`yê Tebaxa 2021`an, leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi şev û bi roj li Şehba û navçeya Şêrawayê gundên Til Cîcan, Til Enab, Eyndeqnê, Minix, Merenaz, Elqemiyê, Soxanekê, Şewarxe û sê mefreq bi doçka û bombeavêj topbaran kirin. 45 gule obîs,18 gule hawan li gundên navborî ketin. Li ser xeta Şşehba û Şêrawa yê balafirên keşfê geriyan.

3`yê Tebaxa 20121`an, bi şev û bi roj li Şehba û Şêrawayê gundên Merenaz, Malikiyê, Elqemiyê, tepê Ş.Xabûr,tepê Gêra, Simûqa, Zevyanê bi doçka, tank, obîs û hawanan hatin topbarankirin. Her wiha balafirên keşfê li ser xeta Şehba û Sêrawa geriyan. 23 guleyên obîs, 2 guleyên tank, 9 guleyên hawanan li van gundan ketin.

4`ê Tebaxa 2021`an, bi şev û bi roj gundên Merenaz, Malikiyê,  Şewarxa, Qinitrê, tepê Meyasê, Eyndeqnê, Zewyan û tepê Gêra  bi obîs, hawan, doçka  û bombeavêj hatin topbarankirin. Li ser Şehba û Şêrawayê balafirên keşfê geriyan.7 guleyên hawan û 19 guleyên obîs li gundên navborî ketin.

5`ê Tebaxa 2021`an, gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarxe, Eyn Deqnê, Minix, Zewyan, Şaalê, Tinib, Til Ayneb, Radar û El- Medûn bi şev û bi roj bi doçka, obîs, hawan, tank û bombeavêj hatin topbarankirin. Heman demê li ser xeta Şehba û Şêrawayê balafirên keşfê û yên şer geryan. 20  guleyên tank, 59 guleyên hawan  û nêzî 200 guleyên obîs li van deveran ketin.

6`ê Tebaxa 2021`an, bi şev û bi roj gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarxe,Elqemiyê,Tat Maraş, tepê Ş.Xabûr, tepê Meyasê û tepê Kiloteyê, Şex Îsa, Minix, Ayn Dakne, Bêlûniye, Til Aynep,Taane, Xirnata, Hirbil, Şex Keyf, Şaale, Xerbet Şaalê, Radar, Der Qaq û El –Medun bi obîs, hawan, doçka û bombeavêj topbaran kirin. Her wiha li ser xeta Şehba û Şêrawayê keşf û balafirê şer geriya. Nêzî 100 guleyên hawan û nêzî 200 guleyên obîs li seranserê Şehba û Şêrawayê hatin avêtin.

7`ê Tebaxa 2021`an, gundên Eyn Deqnê, Îrşadiyê, Şewarxe, tepê Kiloteyê, Merenaz û Malikiyê bi şev û roj bi doçka û obîsan hatin topbarankirin. Li ser xeta Şehba û Şêrawayê balafirên keşfê û yên şer geriyan, 37 guleyên obîs li van gundan ketin.

8`ê Tebaxa 2021'an, gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarxe, Meyasê, 3 Mefreq, Îrşadiyê, Elqamiyê  û Eyn Deqnê bi şev û bi roj bi obîs, hawan û tankan hatin topbarankirin. Li seranserê xeta Şehba û Şêrawayê balafirên keşfê û yên şer geriyan. 2 guleyên tank, 17 guleyên obîs û 9 guleyên hawanê li van gundan ketin.

9`ê Tebaxa 2021'an, gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarxe, Minix û Tat Maraş bi şev û roj bi doçka, hawan û bombeavêjan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê û yên şer geriyan û 9 guleyên obîs û 7 guleyên hawan hate avêtin.

10`ê Tebaxa 2021'an, gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarxe, Tat Maraş, tepê Ş.Xabûr, tepê Meyasê, tepê Birciqasê û  tepê Kilotê bi şev û bi roj bi obîs, doçka, bombeavêj hatin topbarankirin. Li ser xeta Şehba û Şêrawayê balafirên keşfê û yên şer geriyan. 37 guleyên obîs hatin avêtin û dem bi dem doçka hatin bikaranîn.

11`ê Tebaxa 2021'an, gundên Til Medîq, Zewyanê, Eyn Deqnê, Merenaz, Malikiyê, Birciqasê û geliyê Meyasê bi şev û bi roj bi obîs, doçk, bombeavêj hatin topbarankirin. Li ser xeta Şehba û Şêrawayê balafirên keşfê û yên şer geriyan. 12 guleyên obîs hatin avêtin.

12`ê Tebaxa 2021'an, gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarxe, Elqamiyê, Birciqasê  û Soxanekê yên Şêrawayê bi şev û bi roj bi doçka û obîsan hatin topbarankirin. Balafirên şer û yên keşfê  li ser xeta Şêrawayê geriya. 31 guleyên obîs li van gundan ketin û dem bi dem doçka hatin bi karanîn.

13`ê Tebaxa 2021'an, gundên Maranaz, Kêlê, Şewarxe,Elqemiyê, tepê Ş.Xabûr, Îrşadîye, Birciqasê, Tat Maraş û Bêlûniyê bi şev û bi roj bi doçka, obîs û hawanan hatin topbarankirin. Li ser xeta Şehba û Şêrawayê balafirên keşfê û balafirên şer geriyan. 57 guleyên obîs û 7 guleyên hawanan li van gundan ketin û dem bi dem doçka avêtin.

14`ê Tebaxa 2021'an, gundên Hirbil, Til Rifat, tepê Ş.Xabûr, Malikiye, Merenaz, Şewarxe, Qinitrê û Birciqasê bi şev û bi roj  bi bombeavêj, doçka, obîs û hawanan hatin topbarankirin. 38 guleyên hawan, 19 guleyên obîs dem bi dem doçka û bombeavêj hate bikaranîn.

15`ê Tebaxa 2021'an, gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarxe, Elqamiye, tepê Ş.Xabûr, Dêr Cimêlê û Bênê, Hirşe û Soxanekê bi şev û roj bi doçka û obîsan hatin topbarankirin. Li ser xeta Şêrawa keşif û balafirên şer geriyan. 137 gule obîs hate avêtin.

16`ê Tebaxa 2021'an gundên Merenaz, Şewarxa, tepê Ş.Xabûr,Tat Maraş bi şev û roj bi doçka, obîs û tank hatin topbarankirin. 4 guleyên tank , 27 guleyên obîs hatin avêtin û dem bi dem keşif û balafirê şer li ser Şêrawayê geriyan.

17`ê Tebaxa 2021'an, gundên Merenaz, Şewarxe, tepê Ş.Xabûr  û Tat Maraş bi şev û bi roj bi tank, obîs û doçka hatin topbarankirin. 4 guleyên tank, 27 guleyên obîs dem hatin avêtin, bi dem keşf û balafirê şer li ser Şêrawayê geriyan.

18`ê Tebaxa 2021'an, gundên Mişrefiyê, Eyn Deqnê,Bêlûniyê, tepê Xwedê, tepê Gêra, Cebel Nayif, Şewarxe, Merenaz, Malikiye, Îrşadiyê, Ziyaretê, Bênê, Dêrcimêlê, Soxanekê, Hêrşê, Sê Mefreq û tepê Ş.Xabûr bi şev û bi roj bi obîs, hawan, doçka, tank û bombeavêj hatin topbarankirin. Her wiha balafirên şer û keşfê  li ser Şehba û Şêrawayê geriyan. Nêzî 200 guleyên obîsan, 25 guleyên hewanû 10 guleyên tank hatin avêtin.

19`ê Tebaxa 2021'an, gundên Mişrifiyê, Semoqa, Şerwarxe, Tat meraş, Îrşadiyê, Qinêtirê, Aqîbê, Soxanekê û Merenaz bi şev û bi roj bi obîs, hawan û doçka hatin topbarankirin. Balafirên şer û keşfê  li ser Şehba û Şêrawayê geriyan, 110 guleyên obîs û 10 guleyên hawan hatin avêtin.

20`ê Tebaxa 2021'an, gundên Şêx Hilal, Elqemiyê, Merenaz, Aqîbê, Soxanekê û Bircqasê bi şev û bi roj bi obus û hawanan hatin topbarankirin. Balafirên şer û keşfê li ser Şehba û Şêrawayê geriyan. Nêzî 140 guleyên obîs û10 guleyên hewan li van gundan ketin.

21`ê Tebaxa 2021'an, gundên Bêlûniyê, Eyndeqnê, Malikiyê, Hirşê û Soxanekê bi şev û bi roj bi doçka, obîs û tankan hatin topbarankirin. 45 guleyên obîs, 60 guleyên tank hatin avêtin û dem bi dem doçka û bombeavêj hat bikaranîn. Her wiha balafirên keşif li ser Şehba û Şêrawayê geriyan.

22`ê Tebaxa 2021'an, gundên Minix, Şêx Îs, Eyn Deqnê, Merenaz û Malikiyê bi şev û bi roj bi doçka, obîs û tankan hatin topbarankirin. 75 guleyên obîs, 25 guleyên hewan li van gundan ketin û balafirên şer û keşfê geriyan.

23`yê Tebaxa 2021'an, gundên Minix, Şêx Îs, Eyn Deqnê, Merenaz, Malikiyê bi roj û bi şev bi obîs, hawan  û doçka hatin topbarankirin. 75 guleyên obîsm û 25 guleyên hewan li van gundan ketin. Her wiha balafirên şer û keşfê geriyan.

24`ê Tebaxa 2021'an gundên Merenaz, Tat Meraş, Malikiyê, Şewarxe, Îrşadiyê û Qunêtirê bi şev û bi roj bi obîs, hawan û doçka hatin topbarankirin. 15 guleyên obîs, 10 guleyên hewan hatin avêtin û dem bi dem doçka hat bikaranîn.

25`ê Tebaxa 2021'an, gundên Eyn Deqnê , Minx, Bircqasê, Merenaz  Şewarxe û Malikiyê bi şev û bi roj bi obîs û hawnan hatin topbarankirin.  85 guleyên obîs û 10 guleyên hewan li van gundan ketin û balafirên şer û keşfê geriyan.

26`ê Tebaxa 2021'an, gundên Elqemiyê, Şewarxe, Meyasê, Merenaz, Soxanekê  û Malikiyê bi şev û roj bi hawan û obîsan hatin topbarankirin. 60 guleyên obîs û 20 guleyên hewan li van gundan ketin ûbalafirên şer û keşfê geriyan.

27`ê Tebaxa 2021'an, gundên Kefer Antûn, Meyasê, Hirşê, Soxanekê, Merenaz, Malikiyê, Şewarxe, Zewyan, Şaalê, Xerbet Şaale, Til El Aynep, Der Qaq, Radar û Medîûn û Til Rifetê bi şev û bi roj bi doçka, obîs, hawan û bombeavêj hatin topbarankirin. Balafirên keşfê û balafirên şer li ser herêma Şehba û  Şêrawayê geriyan. 20 guleyên hawan û nêzî 100 guleyên obîs hatin avêtin.

28`ê Tebaxa 2021'an, gundên Qinitrê, Merenaz, 3 Mefreq, Malikiyê, tepê Ş.Xabûr, Minix, Bêlûniyê, Mediyûnê û Şêx Îsa bi şev û roj bi bi doçka, obîs û bombeavêj hatin topbarankirin. Balafirên keşfê û balafirên şer  li ser herêma Şehba û  Şêrawayê geriyan, 47 guleyên obîsan li van gundan ketin.

29`ê Tebaxa 2021'an, gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Dêr Cimêlê, Merenaz, Şewarxe, Malikiyê û Kêlê bi şev û bi roj bi obîs û bombeavêj hatin topbarankirin. 37 guleyên obîs hatin avêtin û dem bi dem bombevêj hatin bikaranîn.

30`yê Tebaxa 2021'an, gundên Bêlûniyê, Semoqa, Eyn Deqnê, Merenaz, Malikiyê û Elqamiyê bi şev û bi roj bi doçka, bombeavêj, hawan û obîs hatin topbarankirin. Balafirên keşfê û yên şer li ser Şehba û Şêrawayê geriyan. 17 guleyên obîs  û 19 guleyên hawan li van gundan ketin.

31`yê Tebaxa 2021'an, gundên Bêlûniyê, Mişrefiyê, Îrşadiyê, Soxanekê, Hirşe, Dêr Cimêlê, Xerabkê, Kefer Naye, Bênê, Merenaz, Malikiye, tepê Meyasê û tepê Kilotiyê bi şev û bi roj bi doçka, obîs û bombeavêj hatin topbarankirin. Li ser xeta Şehba û  Şêrawayên balafirên keşfê û yên şer geriyan. Nêzî 230 guleyên obîs hate avêtin.

Di dîroka 2`ê Tebaxa 2021`an di encama  teqîna mayîna çeteyên girêdayê dewleta Tirk de  li herêma Şehbayê, şivanek bi giranî birîndar bû.”