Bîlançoya li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê giran dibe: Herî kêm 31 kes mirin

Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê di protestoyên têkildarî mirina Jîna Emînî de herî kêm 17 kes, li gorî rêxistinên civakî yên sivîl jî herî kêm 31 sivîl ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin.

Xwepêşandanên şermezarkirinê ku piştî kuştina Jîna Emînî ya 13'ê Îlonê ji aliyê 'polîsên exlaqê' yên Îranê ve li Rojhilatê Kurdistanê û tevahiya Îranê destpê kirin, di roja 7'an de ye, lê bîlanço giran dibe. Li gorî raporeke fermî ya 22'ê Îlonê hate weşandin, ji destpêka xwepêşandanên şermezarkirinê û vir ve 7 çalakger û 4 polîs hatin kuştin.

Televîzyona dewletê bêyî ku hejmara xwepêşandêran bi berfirehî bide wiha got, "Di bûyerên çend rojên dawî de xwepêşandêr û polîs jî di nav de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan." Lê belê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (UST) ku saziyeke navenda wê li Osloyê ye, diyar kir ku herî kêm 31 sivîl ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin kuştin.

Li gorî ajansên nûçeyan ên Îranê li Tebrîz, Kazvîn û Meşhedê sê paramîlîterên 'ji bo rûbirûbûna serhildêran hatin seferberkirin' roja Çarşemê hatin kuştin. Li gorî heman çavkaniyê roja Sêşemê li Şîrazê di dema xwepêşandana şermezarkirinê de kesek ji hêzên ewlekariyê hate kuştin. Li gorî ajansa Farsê roja Çarşemê 7 xwepêşandêr hatin kuştin.

Rayedarên Îranî beriya niha ragihandibûn ku ji destpêka protestoyan û vir ve li Kurdistanê ku Jîna Emînî lê dima 4 kes, li Kirmaşanê jî 2 kes roja Çarşemê hatin kuştin.

Rayedarên Îranî înkar kirin ku xwepêşandêr ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine qetilkirin.