'Bila gelê me yê li kampan ji bo vegera li Şengalê rabe ser piyan'

Rêveberê Nehiya Sinûnê ya Şengalê Xwedêda Çûkê diyar kir ku hewldanên ji bo bêparastin hiştina Şengalê, ferzkirina fermanê ye û bang li xelkê li kampên Başûrê Kurdistanê kir ku ji bo vegera li Şengalê rabe ser piyan.

Li ser zext û destwerdana hêzên hikumeta Kazimî ya li ser Şengalê, Rêveberê Nehiya Sinûnê ya Şengalê Xwedêda Çûkê ji ANF'ê re axivî.

Çûkê destnîşan kir, ku êrişa li ser Sinûnê û Dugirê ji bo pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê ye.

Xwedêda Çûkê bal kişande ser fermanên bi ser civaka Êzidî ve hatin û wiha pêde çû: "Di dîrokê de timî mafê civaka Êzidî hatiye xwarin û ji bilî ku wê çawa xwe li hemberî fermanan biparêzin, bi tiştekî din nefikirîne. Beriya fermana 74’an mezinên me ev hişyarî li ser fermanan dabûn me. Lê me bawer nedikir ku di sedsala 21’ê de ferman bêne ser me."

'DIXWAZIN CAREKE DIN ŞENGALÊ VEGERÎNIN BERIYA SALA 2003'AN'

Xwedêda Çûkê işaret bi peymana 9’ê Cotmehê kir û got: "Ji bo peymana 9’ê Cotemehê pêk bînin êrişî Sinûnê û Dugirê kirin. Ev şer ne di berjewenediya gelê me de bû, lê dîsa jî rû da. Ev peyman ji dema hatî îmzekirin heya niha ji aliyê civaka Êzidî ve hatiye redkirin, lê hin kes hene ku di bin bandora aliyên siyasî de ne û alîkarî didin vê peymanê. Me wek civaka Êzidî ji destpêkê ve hemû bendên peymana Hewlêr û Bexdayê red nekiriye; lê me ligel serokwezîrê Iraqê jî ew peyman û bendên nekevin xizmeta me, red kiriye. Bendên ku em li dijî derneketine jî hene, niha Iraqê pêk neanîn. Bexda dixwaze destpêkê bendên ku şer tê de hebe pêk bîne. Bi hinceta pêkanîna peymana 9’ê Cotemehê dixwazin aloziyan li herêmê derxin û rê ji hin aliyên siyasî re vekin da ku careke din Şengalê vegerînin wek beriya 2003’an."

'PÊWÎSTE CIWANÊN ME ŞIYAR BIN'

Rêveberê Nehiya Sinûnê Xwedêda Çûkê diyar kir ku niha li Şengalê ciwanan dest bi çalakiyan kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe; “Ev gaveke girînge, lê tirsa me ew e ku hin aliyên siyasî dest bavêjin van ciwanan û di berjewendiyên xwe de bikar bînin, lewma pêwîste ciwanên me şiyar bin.”

Çûkê li ser mijara sê parlamenterên PDK’ê bi Kazimî re rûniştin û Kazimî soz daye wan ku eger ew wek serokwezîr neyê hilbijartin jî, ew ê piştevaniya wan bike wiha axivî, "Piştî ku ev hevdîtin di nava parlamenteran û Kazimî de çêbûn, vê aloziyê li Şengalê destpê kir. Civaka me bi zanebûn tevlî hilbijartinan nebûn, kesên ku bi dengê Êzidiyan hatine hilbijartin, niha dijbertiya Şengalê dikin."

'ÎRO LI SER YBŞ’Ê YE, SIBE JÎ LI SER WE YE'

Çûkê her wiha bal kişande ser planên li pişt aloziyên dawî yên li Şengalê yên ji aliyê Kazimî ve hat derxistin û got; “Kazimî ji bo ku girseyên Kurdan û hin aliyên Sûnî di dema avakirina hikumeta nû de alîkarî bidin wî, van planên wan pêk tîne."

Xwedêda Çûkê têkildarî zextên li ser hêzên parastinê yên Êzdiyan jî wiha axivî: "Bila her kes bizanibe ku hedefa wan ne tenê YBŞ’ê ye; îro li ser YBŞ’ê ye, sibe jî li ser we ye. Dixwazin tevahiya çekên di destê Êzdiyan de derxin û bi vî awayî Êzdiyan bikin bin kontrola xwe. Em dibînin ku niha rewşa Iraqê ne arame. Eger Êzidî bê çek bimînin, wê bibe xeteriyeke mezin li ser gelê me. Ji ber ku beriya fermana 3’ê Tebaxê jî heman ev plane li ser gelê me dan meşandin û gel bê çek hiştin. Di dema êrişa DAÎŞ’ê de gelê me rû bi rû bi komkujiyan hat.

'PÊWÎSTE RÊ NEDIN PROVAKASYONAN'

Ciwanên me ku ev çend rojin li berxwe didin û di nava çalakiyan de ne, em wan silav dikin û bi rastî kedeke mezin didin. Lê pêwîste rê li ber tevlihevî û provakasyonan bê girtin û rê nedin ku ev çalakî bikeve xizmeta pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê."

'DIVÊ ÊZIDIYÊN LI KAMPAN VEGERIN ŞENGALÊ'

Di dawiya axaftina xwe de Rêveberê Nehiya Sinûnê Xwedêda Çûkê bang li Êzdiyên li kempên Başûrê Kurdistanê kir da ku ew jî rabin ser xwe û daxwaza mafên xwe bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê gelê me ku di nava kampan de ye, bi xwe van kiryarên li ser xwe qebûl nekin û çalakî bikin ku bikaribin vegerin Şengalê. Her wiha di serî de hikumeta Iraqê û ya Başûrê Kurdistanê ku li hemberî civaka me bi erka xwe ranebûn, divê kesên bûn sedema fermanê bên cezakirin."