'Bila DAÎŞ'î li dadgeheke navneteweyî bên darizandin'

PADÊ, TAJÊ, Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Meclîsa Rêveberiya Demkî ya Şengalê xwestin, ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ'ê yên hatine girtin dadgeheke navneteweyî were avakirin.

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidî (PADÊ), Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ), Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Meclîsa Rêveberiya Demkî ya Şengalê li ber Ofîsa Xanesorê ya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê daxuyaniyeke hevpar dan.

Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hisên Hecî daxuyanî xwend û bi bîr xist, çeteyên DAÎŞ'ê 3'ê Tebaxa 2014'an bi rengekî hovane êrîşî Êzidiyên li Şengalê û Nînovayê kirin.

Hisên Hecî diyar kir, bi hezaran çeteyên ji Iraq û Sûriyeyê komkujiyên mezin li wan kirin û got, "Êzidî kuştin, êsîr girtin, mal û milkên wan dizîn, malên wan talan kirin, cihên me yên pîroz bi bombeyan rûxandin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, bêdengiya civaka navneteweyî û hikumeta Iraqê kir ku çeteyên DAÎŞ'ê hîn bêhtir hov bibin û hate gotin, "Çeteyan êşkence li jinên me, zarokên me, ciwanên me kirin. Jin û mêr ji hev veqetandin û birin deverên cuda. Zarokên mêr ên zêdeyî 13 salî kuştin. Zarokên biçûk birin leşkeriyê. Perwerdeya îdeolojîk û leşkerî dan wan. Jin û zarok li bazaran firotin."

Hisên Hecî got, daxwaza wan ji hikumeta Iraqê, civaka navneteweyî, dadgeha Iraqê û Rêveberiya Sûriyeyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ew e ku yên komkujî kirine li gorî qanûnên Iraqê bên darizandin û tazmînat ji mexdûran re bê dayin.

Saziyên li Şengalê ev daxwaz ji hikumeta Iraqê, Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Koalîsyona Navneteweyî kirin:

- Ji bo darizandina sûcdaran û hevkarên sûcdaran dadgeheke navneteweyî bê avakirin û bên darizandin.

- Heyetek ji Êzidiyan û malbatên mexdûran tevlî dadgehê bibe.

- Çeteyên li Iraqê sûç kirine li Dadgeha Iraqê bên darizandin."