Bihuşta li ser rûyê erdê: Xakurkê

Li pêşberî me qada Şehîd Bêrîtan heye. Aliyekî wê hê bi berfê girtî ye, aliyê din jî zûdeyî bi rengê biharê xemilî ye. Ne ez karim qala vê bedewiyê bikim, ne jî kesekî nebîne kare fêhm bike.

Bi coş û kelecaneke mezin dest bi rêwîtiya ber bi Xakurkê dikim. Pê bawerim ku ev der bi qasî bihuştê bedew e. Li pêşberî vê bedewiyê gotin bêwate dimînin. Ya ku vê bedewiyê hê dixemilîne, gerîla ne ku ji bo axa xwe şer dikin. Rêberên me du gerîla ne. Tevî min û Sara em çar kes in. Li ber me rêwîtiyeke dûr û dirêj heye. Mîna bi hezaran gerîla û nûçegihanan em jî dest bi rêwîtiya li vê erdnîgariyê dikin.

Rêwîtiya me ji berbanga sibehê dest pê kir û heta nîvê şevê dewam dikir. Şewqa heyvê mîna rojê her der ronî dikir. Li ber xemla kulîlk û sûlavên bedew, em dimeşin.

Navê herêma em dixwazin li Xakurkê xwe bigihîne, qada Şehîd Bêrîtan e. Her koma gerîla ku em lê rast tên, ji me re dibêjin ku em gelekî bi şens e ji ber bedewiyên ku em ê bibînin. Ev gotinên gerîla hîn bêhtir coş û kelecanê berdidin dilê me. Ji ber ku em gelekî betilîn, me bêhn dan û gerîlayan ji me re gotin ku wê rêwîtiya xwe sibe bidomînin.

Heyva li jorê şewq dida di vê rêwîtiyê de em ti carî bi tenê nedihişt. Em derdiketin ser girên welê ku mirov digot, eger em destê xwe bilind bikin wê bigihêje heyvê. Gerîlayan dareke mezin nîşanî me dan û gotin ku em ê bi şev li wir bin. Çemekî biçûk heye li cem me. Dinya gelekî cemidî ye. Meş ne xema gerîla bû, mîna ku qet newestiyane.

Şerê giran ê li herêmê bandora xwe li me jî dike. Dengê teqînan me hişyar dike. Em dikevin nava tirs û gumanan, lê gerîla dilê me rehet dikin. Dibêjin, 'tiştekî awarte nîne, dijmin her roj bombeyan dibarîne'. Dijmin nikare xwe li bedewiya erdnîgariya Kurdistanê rabigire. Hewl dide her derê xera bike, bişewitîne.

Gerîlayên bi me re ne zêde ne kevn in. Lê belê gelekî bi tecrûbe ne. Tecrûbeya wan dilê me rehet dike. Em êdî li benda hilatina rojê ne. Bi berbanga sibehê re em dest bi meşê dikin. Li pişt xwe vedigerim û li cihê ku em jê hatine dinerim. Em gelekî meşiyane, lê belê ji ber ku şev bû, min nekarî wêneyên vê bedewiyê bikişînim. Ev jî min diêşîne.

Em ji geliyê dawî derbas bûn û li pêşberî me êdî qada Şehîd Bêrîtan heye. Aliyekî wê hê bi berfê girtî ye, aliyê din jî zûdeyî bi rengê biharê xemilî ye. Sûlavên wê xweş diherikin. Mirov tenê dixwazin rûnên û lê binerin. Ne ez karim qala vê bedewiyê bikim, ne jî kesekî nebîne kare fêhm bike. Me bêhna xwe veda, li cihekî rûnişt û tenê li vê bedewiyê temaşe kir.

Careke din dengê teqînan tê. Gerîla bi rêya cîhazê ji hevalên xwe dipirse. Gerîlayên din jî ji wan re dibêje, 'heval lê didin teqez wê balafir bên'. Piştî vê agahiyê, gerîla bi rûyê li ken dibêje 'destê hevalan xweş' û cîhazê digirin. Piştî demeke kin, balafirên şer bombeyan li derdorê dibarînin.

Li vê xwezaya bedew, gîha hişt bûye dişewite. Gerîla dibêjin, "Li pêşberî serketina me tenê dikarin balafiran rakin û bombeyan li derdorê bibarînin. Eger teknîk bi wan re nebûya, gelo 'artêşa Tirk a qehreman' wê çi bikira."

Em gihîştin qada Şehîd Bêrîtan, lê rêwîtiya me hê nû dest pê dike. Nizanim bê em ê çi bibînin, bedewiyeke çawa li ber me ye. Meraq dikim û dixwazim her tiştî bibînim. Rêwîtiya me dewam dike û em ê hewl bidin bi we re parve bikin.