Bi ruhê berxwedanê yê Amedê têkoşiya

Gerîla Roza Rênas weke milîtaneke YJA Starê ya pêşeng di nava şert û mercên giran de şer kir, wezîfeyên xwe bi berpirsyariyeke mezin bi cih anî û heta nefesa xwe ya dawî bi ruhê berxwedanê yê Amedê têkoşiya.

ŞEHÎD ROZA RÊNAS

Roza Rênas Amed (Songul Tarinci) ku li paytexta Kurdistanê Amedê ji dayik bû, li n ava malbateke welatparêz bi kevneşopiya berxwedanê mezin bû. Ji ber welatparêziya malbata xwe hîn di zarokatiyê de partî nas kir. Biryar da ku bide ser şopa Mazlûm û Kemalan. Bi bandora fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bala wê herî zêde çû ser xeta jinê ya azad. Roza Rênas ku gelekî ket bin bandora şerê Kobanê û berxwedana gerîla, bi banga têkoşînê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2015'an de berê xwe da Kobanê.

Roza Rênas tevlî nava Şoreşa Rojava bû û li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bi milîtanî şer kir. Her gava ku şahidî ji şehadeta hevrêyên xwe re kir, hêrsa xwe ya li dijî dijmin hîn mezin bû. Roza Rênas tevlî gelek çalakiyên li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bû, tevî ku gelek caran birîndar bû tawîz ji têkoşîna xwe neda. Roza zanîbû ku azadî bêyî dayina berdêlan bi dest nakeve û sekna Kemal Pîr, xeta Zîlan û Bêrîtan ji xwe re kir esas. Li ser bingeha felsefeya Rêberê Gelê Kurd Ocalan xwe perwerde kir, bi pêş ve bir. Roza digot, "Em çi bikin jî wê kêm bimîne, ji ber ku naskirina Rêbertî bi hişmendiyeke xurt dibe. PKK mîna deryayeke bêdawî ye. Ji ber vê jî divê mirov baş bi avjeniyê zanibe. Ji bo karibin bidin nav, divê mirov xwe radestî pêlên deryayê bikin."

Gerîla Roza da pey xeyalên xwe yên zarokatiyê û di sala 2019'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê, tevlî nava refên azadiyê bû. Piştî ku li herêma Qendîlê beşdarî nava perwerdeya bingehîn bû, bi wêrekî, sekna xwe ya bi biryar, tevlîbûna xwe ya ji dil û bêteredût ji hevrêyên xwe re bû mînak. Xwe gihand wê astê ku hemû zor û zehmetiyan ji ber xwe rake, bi ked û fedakariyeke mezin wezîfeyên xwe bi cih anî. Ji bo karibe di felsefeya Rêberê Gelê Kurd Ocalan û Îdeolojiya Azadiyê ya Jinê de xwe kûr bike, timî xwe perwerde dikir û piştî pratîka serketinê ya li herêma Qendîlê derbasî herêma Garê bû. Gerîla Roza ku di jiyana xwe ya şoreşgerî de bêrawestan têkoşiya, di 12'ê Îlona 2022'an de mîrateyeke mezin a têkoşînê li pey xwe hişt û tevlî karwanê şehîdan bû.