Bi qeyûm re tundiya li dijî jinê zêde bûye

Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Erdîşê Sarya Bîlîcî anî ziman, piştî ku saziyên jinan bi desteserkirina şaredariyan hatin girtin, êrişên li dijî jinan bi rengekî bêperwa zêde bûne.

Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Erdîşê ya Wanê Sarya Bîlîcî ragihand, ku bi tayînkirina qeyûman re mekanîzmayên ku jin pirsgirêkên xwe jê re ragihîne û çareser bike, ji holê hatine rakirin.

Bîlîcî diyar kir ku bi qeyûman re tundiya li dijî jinê zêde bûye û got, "Di nava şaredariyên HDP'î de temsîliyeta wekhev hebû. Dema ku sîstema hevserokatiyê hebû, yekîneyên jinan, hevserokên me yên jin, hevalên me yên jin li nava meclîsên bajaran hebûn. Dema ku pirsgirêkekê rû dida mirovên me, hevalên me yên jin vedigotin. Ji ber ku mekanîzmayek hebû ku li wan guhdarî dikir û çareserî peyda dikir. Jinan di dema şaredariyên me de xwe bi tenê nedidîtin, çareserî ji pirsgirêkan re peyda dikirin. Lê belê bi tayînkirina qeyûman a li şaredariyên me re yekîneyên jinan hemû hatin girtin. Zêdebûna bûyerên kuştin û destavêtina li jinan ji ber vê yekê ye. Eger şaredariyên me nehatibûna desteserkirin, wê sazî û yekîneyên me yên jinan bêhtir çalak bûna. Niha sazî nemaye ku pirsgirêkên jinan çareser bike."