BI DÎMEN

Bi kameraya xwe da dû rastiyan, di vê oxirê de jiyana xwe ji dest da

Rojnamevan Osman Çapan, ku bi kamera û mîkrofona xwe ji Kobanê heta her navendên xwerêveberiyê çû gelek çeperên berxwedanê û rastiya li van cihan ji raya giştî re ragihand, li çiyayên azad ku yek ji van çeperên berxwedanê ye, jiyana xwe ji dest da.

Osman Çapan, ji Kobanê heta Botanê li erdnîgariya Kurdistanê, bi kamera û mîkrofona xwe rastî ji raya giştî re ragihand. Herî dawî berê xwe da qadên azad û tevlî nava têkoşîna azadiyê bû. Çapaman li vê derê jiyana xwe ji dest da.

Osoman Çapan di sala 1993'an de li gundên Xincika yê navçeya Farqîn a Amedê ji dayik bû. Zarokatiya xwe li gundê xwe jiya. Di zarokatiya xwe de her tim digot 'ez ê bibim rojnamevanek'. Piştî ku li Farqînê lîse qedand, di sala 2013'an de beşa li dogrî dilê xwe Beşa Rojnamevaniyê ya Zanîngeha Antalya Akdenîzê qezenç kir.

DEST JI ZANÎNGEHÊ BERDA Û DEST BI ROJNAMEVANIYÊ KIR

Çapan ê di nava civakeke welatparêz de mezin bû, li zanîngehê yekser dest bi karê ciwanan kir. Zanîngeh ji bo pêşvebirina xwe, weke firsendekê dît. Bi têgihiştina, ku sîstema perwerdeyê ya heyî tiştekî nade wî, di pola yekemîn a zanîngehê de ragihişt kameraya xwe, li Kurdistanê vegeriya û dest bi rojnamevaniyê kir.

JI KOBANÊ HETA BOTANÊ RÊWÎTIYA ROJNAMEVANEKÎ

Çapan bi nûçeyên xwe, xebatên ciwanan ên li Amedê ji raya giştî re ragihand. Dema DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kir, ew jî derbasî Kobanê bû û bi dîmen û wêneyên li vê derê kişandî, rewş radigihand. Piştî ku Kobanê bi temamî ji DAIŞ'ê hate paqijkirin, Çapaman vegeriya Bakurê Kurdistanê û êdî li bajarên Bakurê Kurdistanê di nava şert û mercên şer ên 24'ê Tîrmeha 2015'an dest bi rojnamevaniyê kir. Piştî ku xwerêveberî hat ragihandin, wî jî li pişt bendan dest bi ragihandina berxwedana xwerêveberiyê kir. Çapan şahidî ji berxwedanên dîrokî yên li Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Gever, Sûr, Şirnex, Hezex û Farqînê re kir. Di televîzyona Stêrk TV de bi bernameya bi navê 'Ronahiya Ciwan' hewl da vê berxwedanê nîşanî tevahiya cîhanê bide.

TEVÎ KAMERAYA XWE CIHÊ XWE LI ENIYA BEXWEDANÊ GIRT

Çapan bi ked û fedakariyeke mezin li pişt bendên berxwedanê rojnamevaniya xwe dewam kir û gelek caran bû hedefa zexta giran a polîsan. Di 5'ê Îlona 2015'an de li Nisêbînê bi saetan di binê çavan de hat giritn. Piştî ku hat berdan, polîsan gefa "Dest ji rojnamevaniyê berde, vî bajarî biterikîne" lê xwarin. Çapan guh neda van gefan û xeteriya mirinê, lewma dest ji karê xwe berneda û bi mehan xebitî.

 BI RÛKENIYA XWE DI DIL Û HIŞÊ TEMAŞEKERAN DE CIH DIGIRE

Çapan hê di zarokatiya xwe bi taybetmendiya xwe ya qanihkirinê dihat naskirin. Ev taybetmendiya xwe di karê xwe yê rojnamevaniyê de gelekî baş nîşan da. Di ekranên televîzyonê de bi rûkeniya xwe cihê xwe di dil û hişê temaşekeran de girt.

LI ÇIYAYÊN AZAD TEVLÎ KARWANÊ NEMIRAN BÛ

Çapan piştî ku ji qadên xwerêveberiyê derket, bi kameraya xwe berê xwe da qadeke din a berxwedanê; çiyayên azad ên Kurdistanê. Li vê derê navê hevalê xwe yê li qada xwerêveberiyê jiyana xwe ji dest da Êrîş Botan li xwe kir. Çapan li vir jî bi erk û berpirsyariya xwe ya rojnamevaniyê rabû. Di 13'ê Mijdara 2016'an de ji ber bomberdûmana bi balafirên şer û gulereşandina ji maşînên zirxî yên bi tîpa kobra, li bejahiya Licê jiyana xwe ji dest da.

HEVALTÎ BI MIROVÊN JI HER TEMENÎ DIKIR

Bav Mehmet Şîrîn Çapan destnîşan kir, ku kesayeteke cuda ya kurê wî hebû û got, "Şaşitiyên xwe qet venedişart. Yekser dihat ji min re digot, û rexnedayîna xwe dida. Bi mirovên ji her temenî re hevaltî dikir. Bi zarokan re dibû zarok, bi extiyaran re jî dibû extiyar. Bi rûkeniya xwe her kes îqna dikir. Çavên me hê li rêya wî ye."

'ARMANCA WÎ KURDISTANA AZAD BÛ'

Bav Çapan anî ziman ku armanca kurê wî azadiya Kurdistanê û avakirina jiyaneke azad bû û diyar kir, ew ê heta dawiya emrê xwe bi bîranîna wî ve be.

'EGER TU ROJEKÊ AXIVÎ, BAŞ BAXIVE'

Dayik Gulluşah Çapan jî diyar kir, kurê wî ji mirovan hez dikir û got, "Bi taybetî gelekî ji min hez dikir. Gelekî bi min ve dilsoz bû. Her tim ji min re digot, 'Dayê te ji ber min gelekî zehmetî kişand, lê dibe ku tu zehmetiyên mezintir bikişîne'. Bi vê gotina xwe hewl dida bêje ku wê rojekê bikeve ser vê rêyê." Dayik Çapan anî ziman ku kurê timî jê re qala zextên li Kurdan dihatin kirin dikir û got, "Kurê min ji ber rojnamevantiyê timî diçû bi gel re daxivî. Carna ji min re digot, hin dayik nedikarîn ji kamerayê re baxive. Her tim got, 'Eger rojekê yek hat xwest bi te re hevpeyvînê bike, hingî baş baxive."