Bi hinceta ku 'bi zimanê jê nayê fêhm kirin' govend gerandine lêpirsîn

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî di nav de bi hinceta ku stranên Kurdî strandina lêpirsîn li ser 9 girtiyên jin hate destpêkirin.

Li Girtîgeha Xarpêtê, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî di nav de derheqê 9 girtiyên jin de bi hinceta stranên Kurdî strandine lêpirsîn hat destpêkirin. 
 
Binpêkirina mafan ên li Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan berdewam dikin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Cîgira Sseroka Giştî ya Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Fethiye Ok Çîçek jî di nav de derbarê 9 jinên girtî de lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin.
 
Li gorî nûçeya ajansa JinNewsê bi hinceta ku jinên girtî stranên Kurdî standine û 'bi zimanekî ku jê  nayê famkirin' govenda gerandine û sirûd xwendine lêpirsîn hatiye destpêkirin.