Bi hinceta dirûşmên dilsoziya bi Guven re qîrkirine, hatin destgîrkirin

Li Mêrdînê bi hinceta duh şev dirûşmên dilsoziya bi Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a di grevê de ye, qîrkirine, 3 jê zarok 8 kes hatin destgîrkirin.

Di serdegirtinên danê sibê yên li ser taxên Saraçoglû  û Yalim ên girêdayî Artûklû ya Mêrdînê de 3 jê zarok 8 kes hatin destgîrkirin.

Hate ragihandin ku serdegirtin bi hinceta ku duh şev komek ciwan dirûşmên dilsoziya bi Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 126 roj e di grevê de ye qîr kirine, pêk ahtiye.

Hate ragihandin ku zarokên hatine destgîrkirin birine Edliyeya Mêrdîn û 5 kesên din jî birine Midûryeta Emniyetê ya bajar.