Bi hezaran kes tevlî mîtînga HDP’ê ya Panosê bûn

Bi hezaran kes tevlî mîtînga HDP’ê ya fînalê ya li Panosê bûn. Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk ê di mîtîngê de axivî got: “Xelkê Panosê wê 31’ê Adarê bileda we bigire, we bişîne Enqerê.”

Mîtînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya fînalê li qada navçeya Panosê pêk anî. Li gel hevşaredarên Panosê Muşerref Geçer û Emrah Kiliç wekîlên HDP’yî Abdullah Koç, Dîlan Dîraytet Taşdemîr, Bedran Ozturk û hezaran kes tevlî mîtîngê bûn. Di mîtîngê de destpêkê namzet Muşerref Geçer axiv û diyar kir ku jin xwedî got in, di biryargirtinê de wê jin xwedî biryar bin û ji bo pirsgirêkan bê bi hev re li çareseriyan bigerin.

Emrah Kiliç jî bang li her kesê kir ku biçin dengê xwe bikar bînin, diyar kir ku wê bi hev re pirsgirêkên navçeyê çareser bikin. Kiliç got: “Em ê 31’ê Adarê wan bişînin.”

Piştre jî wekîlê HDP’yî Abdullah Koç jî bersiv da pirsên biçin ‘Bakurê Iraqê’ got: “Ti cihê me nîne ku em biçinê. Lê yên ku 31’ê Adarê li gel qeyuman biçin wê ew bixwe bin.” Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî got: “Patnos a me ye’ banga 31’ê Adarê xwedî li vîna xwe derbikevin kir.

Herî dawî jî Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Bedran Ozturk axivî û diyar kir ku wê xelkê Panosê 31’ê Adarê bileda we bigire û we bişîne Enqerê.

Ozturk bal kişand ser grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan û got: “Heta tecrîd bi dawî nebe Kurd jî azad nabin.”

Piştî axaftinan û şûnde hunermend Arhat derket ser dikê û li ber stranên wî û gerandina govendê mîtîng bi dawî bû.