Bi hezaran kes li Wanê li dijî şer hatin ba hev

Bi hezaran kesên li Wanê dijîn, di mîtînga 1’ê Îlonê de hatin ba hev. Di mîtîngê de Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û diyar kir ku li dijî polîtîkayên parçekirina yekîtiya Kurdan a AKP-MHP’ê têkoşînê dikin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Wanê mitînga aştiyê lidar dixin. Mitîng li pêş Parka Mûsa Anter pêk hat û bi hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn.

Qada mitîngê bi rengên xweşik hatiye xemilandin. Welatî ji du baskan ve dikevin qada mitîngê. Polîs lêgerînê pêk tînin.

Li qada mitîngê dengê hêrsa li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind dibe. Li qadê pankartên bi nivîsên “Ji bo aştiya civakî ji tecrîdê re bêje bes e”, “Li dijî şer aştî”, “Aştî dide jiyandin” û “Deng bide girtîgehan” hatin daliqandin. Welatî dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” berz dikin. Bi hezaran kes li ber stranên Koma Aryen govendê digerînin.

Bi sedan kes bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ji ber avahiya HDP’ê heta qada mitîngê meşiyan. Welatiyên li qadê bi tîlîlî û berzkirina dirûşman meşê pêşwazî kirin.

Mîtînga ku bi konsera Koma Aryen destpê kir, piştre Serokê Komîteya Amadekar Omer Işik axivî û diyar kir ku rêbazên berê pirsa Kurd çareser nake û got: “Yekan e rêya çareseriyê aştî ye. Em ê bi hev re aştiyê qîr bikin, vê ji hêviyê vegerînin têkoşînê; aştî enceq wiha pêk bê.”

Pey Işik re Hunermend Nûrcan Degermencî derket ser dikê û gel li ber stranan govend gerandin. Piştre jî Hevseroka HDP’ê ya bajar Handan Karayoyun û Berdevê Platforam Kedê û Demokrasiyê Îbrahîm Çelîk derektin ser dikê û axivîn û peyamên aştî û çareseriyê dan.

BAYINDIR: ROJ ROJA AZADIYA KURDAN Û ROJA ÇARESERIYA PIRSA KURD E

Piştre jî Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DPB) Keskîn Bayindir derket ser dikê. Keskîn diyar kir ku wê berxwedan û têkoşîn siberoja gelê Kurd diyar bike û got: “Ev têkoşîn wê aştiyê pêk bîne.” Keskîn anî ziman ku bi pêşengtiya gelê Kurd li Rojhilata Navîn berxwedaneke dîrokî tê nivîsîn û diyar kir ku wê sed sala 21’ê bibe sedsala Kurdan.

Bayindir wiha domand: “Gelê Kurd li dijî polîtîkayên îmha û înkarê tim azadî û aştî qîrkiriye. Ev berxwedan seknekî dîrokî ye. Polîtîkaya şer qet ti demê nabe qedera Kurdan. Gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya li dijî vê tê nasîn. Em li her derê dibêjin. Ev sedsal a Kurdan e. Gelê Kurd ên pêşengên vê sedsalê wê her demê bi erka xwe rabe. Ji bo wê divê her kes were vê qada têkoşînê.

Desthilat polîtîkayên şer ên li Kurdistanê li ser Abdullah Ocalan dimeşîne. Eger ku ev welat dixwaze polîtîkayên çareseriyê bikeve dewreyê, ji derveyî rakirina tecrîdê ti rêyeke din nîne. Daxwaza gelê me ev e. Gelê me wê bi berxwedan û têkoşînê teqez aştî û demokrasiyê bîne. DYE 20 sal li Efganistanê polîtîka kir, lê bi ser neket, derket. Tu hez nikare bi polîtîkayên şer çareserî û sernakeve. Tu polîtîkayên şer ên li dijî gelê Kurd bi ser nakeve. Çareserî rakirina tecrîd û qeyûman e. Wê bi berxwedan û têkoşîna gelê Kurd li Tirkiyeyê guherînên mezin pêk bên. Roj roja azadî û roja çareseriya pirsa Kurd e.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, piştî stranên hûnermend Mûrat Demîr, derket ser dikê û xîtabî gel kir.

‘AŞTÎ RÊ YE’

Bûldan bal kişand ser girîngiya aştiyê û wiha axivî: “Îro 1’ê Gulanê Roja Aştiya Cîhanê li gelan pîroz be. Gelê me yê xweşewît, gelê me yê bi nirx ê Wanê, ji dil û can ez roja we ya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê pîroz dikim. Ez hêvî dikim ku 1’ê Îlonê, li vî welatî bibe, wesîleya aştiyê. Ev erdnîgarî tiyê aştiyê. Em di demeke ku bêriya aştiyê dikin re derbas dibin. Îro ji her demê zêdetir gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn hewceyê aştiyê ne. Belê, aştî ne tenê naveke. Bêguman, aştî edalete, azadî, ked û xwêdan e, lê di heman demê de jiyanek dadmend e. Weke ku Gandhî gotiye, ‘Rêya aştiyê nîne, aştî bixwe rê ye.’”

 Bûldan di dewama axaftina xwe de wiha got: “Li ser vê axê, gelek êşên mezin hatin jiyîn. Bedelên gelek mezin hatin dayîn. Ji bo aştiyê têkoşîn hat birêve birin. Her tim li ser navê aştiyê, demokrasiyê û azadiyê têkoşînên mezin hatin dayîn. Ev vê rastiyê baş dizanin û me şahdiya vê yekê kiriye. Sedemek jiyanên ku me winda kirin û wêraniya ku me jiya, heye. Tu carî gelê me polîtîkayên şer erê nekiriye. Li welatê me, ev 6 mehin polîtîkayên şereke dijwar tên bi rêve birin. Sedama van şer û polîtîkayan jî desthilatdariye. Ev jî dibe sedem ku krîzên siyasî yên desthilatdariyê mezin dibin. Sedema van hemûyan jî desthilatdariya AKP Û MHP’ê ye.

Ji bo ku aşî û çareserî pêk nehat, Tirkiye her roj ber bi aliyekê ve diçe. Pêvajoya diyalog û müzakere ya di sala 2013’an de dest pê kir, ji bo guhertina qedera Tirkiyê û Rojhilata Navîn pêngavek dîrokî bû. Me weke gelên Tirkiyeyê ev ji nêz ve şopand. Ne tenê pêvajoya aştî û muzakereyê, di heman demê de gavên li paş wê hatin avêtin jî hebûn. Ji bo vê di 28’ê Sibatê de, mutabakata li Dolmabahçê hat xwendin girîng bû. Lê serdestên vî welatî, ji çareseriyê bêtir neçareserî tercîh kirin. Polîtîkayên şer tercîh kirin û darbe li pêşeroja hevpar a gelan xistin. Her ku çû tecrîd kûrtir kirin û xwestin hêviya aştiyê ya gelên Tirkiyeyê bidin ji bîr kirin.

PIRSGIRÊKA KURD

Lê çi dibe bila bibe, em ê li her qadê li dijî şer, di şatiyê de israr bikin. Ji ber ku em dizanînin kesên vî welatî bi rêve dibin, dijminê Kurdan, jinan, Elewiyan, Sunniyan, Ermenî û Suryaniyane. Yên li dijî van têdikoşin, hevalên me yên ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşin niha di girtîgehan de ne. Em aştiyê dixwazin û em vê daxwaza xwe israr dikin. Lê ji bo ku aştî pêk were, divê bi rêyên demokratîk pirsgirêka Kurd bê çareserkrin. Pirsgirêka aştiyê ne tenê pirsgirêka HDP’ê ye. Ev pirsgireke wijdaniye. Qedexeya pirsgirêka Kurd wekemexduriyetê vedigere 83 mîlyon mirovî. Êdî dema qîrkirin û bangawaziya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e hatiye.”

Piştî axaftina Bûldan, mîtîng bi Koma Abdal dawî bû. Di dawî de bi hezaran kes bi awayekî girseryî dest bi meşê kirin. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Abo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Di dema meşê de, polîsan hertim girse hişyar kir ku dirûşmeyan ne avêjin.