Bi hezaran kes li Sêrtê tevlî mîtnga “Dema Azadiyê” bûn

Di mîtînga “Dema Azadiyê” ya li Sêrtê hat lidarxistin de Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz axivî û got, “Destkefta herî mezin ya têkoşîna Kurdan wê azadiya Abdullah Ocalan be.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanya “Dema Azadiyê” de, hatin Sêrtê. Şandeyê berî hevdîtina îşev saet 16.00’an li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr bê lidarxistin, bi gel re hatin gelhev. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, ji navçeya Misircê bi konvoyê derbasî Sêrtê bûn. Konvoya HDP’iyan, li ser rê bi tilîlî, çepik û nîşaneyên serkeftinê hat pêşwazîkirin.  

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Serokwekîla Komê Meral Daniş Beştaş, parlamenter Feleknas Ûca, Remziye Tosûn, Necdet Îpekyuz, Siddik Taş, Omer Ocalan, Îmam Taşçier, aktîvîstên TJA’yê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên partiyan bi Sancar û Aydenîz re serdana gel û esnafên bajêr kirin.

Şande, di serdanê de rastî eleqeyek mezin hat û bi berzkirina dirûşmên “HDP gele, gel li vire”, “Berxwedan jiyane” û “Bijî berxwedana HDP’ê” hat pêşwazîkirin. Sancar û Aydenîz, bi kesên bi wan re, kargehên cadeyên GAP, Gunes, Aydinlar û Cumhuriyetê ziyaret kirin. Şandeyê di serdanê de, guhdarî pirsgirêkên dikandaran kirin.

Li aliyê din, şandeyê di dema serdanê de gel û esnaf vexwendin hevdîtina îşev saet 16.00’an bê lidarxistin