Bi hezaran kes li Meydana 5’ê Hezîranê kom bûn: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin

Bi hezaran kes beşdarî mîtînga Wijdan, Edalet û Demokrasiyê ya HDP’ê ya li Amedê bûn û gotin, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin.”

HDP’ê di çarçoveya kampanyaya “Em nesekinin, em faşîzmê bidin sekinandin” de mîtînga Wijdan û Edaletê li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, Hevserokên KCD’ê Leyla Guven û Berdan Ozturk, parlementerên HDP’ê beşdarî mîtîngê bûn. Polîsan ji destê sibehê ve hemû rêyên diçin qada mîtîngê bi bariyer û wesayîtên zirxî girtin.

JIN BI RENGÊN XWE HATIN QADA MÎTÎNGÊ

Jin bi cilên neteweyî beşdarî mîtîngê bûn û bi tilîliyan govend gerandin. Gel di mîtîngê de govend gerand û sloganên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz kirin. Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di dema rêzgirtinê de bi hev re sirûda “Çerxa Şoreşê” hate xwendin.

Hevseroka bajêr a HDP’ê Gulşen Ozer di destpêka mîtîngê de axivî û got, “Dibêjin li Amedê Kurd nemane. Kesên wisa dibêjin bila werin vê meydanê bibînin. Em daxwaza xwe ya edalet, aştî û azadiyê diqîrin. Hûn nikarin dengê me qut bikin. Em ê bi hev re azadî û aştiyê bînin. Ew ê nikaribin pêşiya vî tiştî bigirin.”

Hevserokê bajêr a HDP’ê Cabbar Leygara jî axivî û got, “Tekane partiya ku wê hesap ji faşîzmê bipirse HDP ye.” Leygara qala êrîşa cenazeyê Hatûn Tûglûk jî kir û got, “Ew goristan vala hiştin û xwestin biratiyê li wir veşêrin. Ew ê Amed wê nijadperestiyê têxe wê gorê. Heta ku faşîzm biqede wê gelê Kurd, jin û ciwan li ber xwe bidin.”

Mîtîng bi axaftinan didome.