Bi girseyî serdana şîna gerîlayê HPG’ê Arslan kirin

Ji bo gerîlayê HPG’ê Abdullah Arslan li Hezexê şîn hate danîn. Bi girseyî serdana şînê hate kirin.

BI GIRSEYÎ SERDANA ŞÎNÊ KIRIN

Ji bo gerîlayê HPG’ê Abdullah Arslan (Gelhat Koçer) ê ku 9’ê Hezîranê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li gundê Kuwex ê navçeya Hezex a Şirnexê şîn hate danîn. Bi girseyî serdana şînê hate kirin.

Serdan bi pêşengiya MEBYA-DER’ê pêk hat. Parlamenterên DEM Partiyê Newroz Uysal û Mehmet Zekî Îrmez, DBP, TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kesên din beşdar bûn. Gel bi dirûşmeya “Şehîd namirin” heta cihê şînê meşiya.

Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê û destnîşan kir ku divê her kes li dijî êrîşan bisekine. Birayê Arslan jî nerazîbûn nîşanî êrîşan da.