'Bi êrîşan hûn nikarin gelê me çavtirsandî bikin'

Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê êrîşa li ser Şengalê şermezar kir û got, ''Dewleta Tirk a dagirker bi çavtirsandina gelê me yê ku li Şengalê mayî û ji kokên xwe qut nebûyî, penaberiyê li ser wan ferz dike.''

Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê bi daxuyaniyeke niviskî diyar kir dewleta Tirk li ser mijara dijminatiya li Kurdan ti sînoran nas nake, ji bo ku qira Kurdan bîne her cure rê û rêbazên gemarî û barbarî bi cih tîne, dewleta Tirk a ku têkçûna DAÎŞ'ê bi xwe nedayî qebûlkirin ji bo ku tola DAÎŞ'ê hilîne her tiştî dike. Platformê di daxuyaniyê de got, ''Dewleta Tirk a hov ku dixwaze koka gelê me biqelîne ji bo ku gelê me lal, bêvîn û bênasname bihêle her cure reftarên derî sinc û exlaqê dike.

Dewleta Tirk a faşîst bi van êrîşan, bi çavtirsandina gelê me yê li Şengalê li ser koka xwe mayî penaberiyê li wan  ferz dike. Sedema sereke ya van êrîşên bêsinc ev e.''

Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê bi berdewamî got dewleta Tirk a nîjatperest dixwaze avaniya pir mezhebî û pir etnîkî ya Kurdistanê ji holê rake û diyar kir, ji  bo ku ev avaniya pirreng were parastin divê her kes li dijî van êrîşan rabe û têbikoşe.

Platformê got, ''Em bang li dîndaran, gelê xwe û hemû mirovahiyê dikin ku van êrîşên barbar bidin rawestandin. Em dixwazin Şengal û Rojava bibe herêma ku firîna balafiran lê qedexe be û wiha pêşî li komkujiyan were girtin. Em bang li Êzîdî, Misilman, Xiristiyan, Elewî û Yahûdiyan dikin ku bi hev em têbikoşin, van xakên ku baxçeyê dîn û baweriyan e, van xakên dêrîn biparêzin.

Em Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê çi kesê ku ji xwe re dibêje mirov im, em bi hev re li dijî vê dewleta kujer û çete têkoşînê geş bikin.''