Bi dehan girtiyan xwestin biçin Girtîgeha Îmraliyê
78 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2 a Rihayê xwestin, ji bo Girtîgeha Îmraliyê bên veguhastin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tecrîdkirî ye.
78 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2 a Rihayê xwestin, ji bo Girtîgeha Îmraliyê bên veguhastin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tecrîdkirî ye.
Girtiyan bi rêya daxwaznameyan ji rêveberiya Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2 a Rihayê xwest ku sewqî Îmraliyê bên kirin.
Heta niha ne erênî ne jî neyînî bersivek ji vê daxwazê re nehatiye dayin.