Bi dehan cenazeyên çekdarên PDK'ê rakirin nexweşxaneyê
Bi dehan cenazeyên çekdarên PDK'ê yên di şerê li Xanesorê de hatin kuştin, rakirin nexweşxaneya Sinûnê
Bi dehan cenazeyên çekdarên PDK'ê yên di şerê li Xanesorê de hatin kuştin, rakirin nexweşxaneya Sinûnê
Piştî ku çekdarên PDK'ê danê sibehê hewl dan bi zorê bikevin qadên YBŞ/YJŞ'ê yên li herêma Xanesor û Sinûnê yên Şengalê, şer derket. Di vî şerî de bi dehan çekdarên PDK'ê hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ji herêmê gihîştin ber dest, bi dehan cenazeyên çekdarên PDK'ê rakirine nexweşxaneya Sinûnê.
Tê payîn ku PDK cenazeyên xwe bibe Başûrê Kurdistanê.
Gelê Şengalê, nerazîbûn nîşan da bûn çeteyên birîndar li Sinûnê werin dermankirin. Li ser vê yekê gelek çeteyên birîndar di ser Xabûrê re derbasî Tirkiyeyê hatin kirin.
Her wiha, bi dehan çekdarên gotin, "Em naxwzin bikevin xefika PDK'ê û naxwazin tevlî şerê birakujiyê bibin", xwe teslîmî hêzên YBŞ/YJŞ û Asayîşê kirin.