‘Bi çekên Ewropayê Kurd tên kuştin’

Înîsîyatîfa Kurdistanê Biparêze ya Navneteweyî li Başûrê Kurdisatanê diçe cihên ku êrişên dagirker lê hatine kirin. Înîsîyatîf li Kunemasî çû serdana malbatekê.

Înîsîyatîfa Kurdistanê Biparêze ya Navneteweyî çû serdana malbata ku par li gundê Kune Masî ya ser bi Şarbajêra Silêmaniyê bibû hedefa bombebarana dewleta Tirk.

Di dema serdanê de Endama şandeyê Nîko Hugl axivî û got; “Em li vir in ji bo ku em diyar bikinm em bi we re ne û em sûcên dewleta Tirk bibînin. Li gorî me dewleta Tirk dewletek faşîst e û gelê Kurd qir dike. Dewleta Tirk bi hevkariya hin welatên din ku çekan didin Tirkiyeyê, van êrişan pêk tîne.”

Her wiha Nîko diyar kir dema ew vegeriyan Elmanyayê wê kiryarên dewleta Tirk bikin rapor û pêşkêşî gelek navendên welatên Ewropayê bikin.

Li ser navê malbatê jî Peyman Talib ku bi xwe di êrişê de ji dest û lingê xwe bûye, got; “Tekane daxwaza me ew e ku dawî li van êrişên dewleta Tirk were anîn ku bi awayek hovane êrişê Kurdistanê dikin û em welatiyên sivîl dibin qurbanî. Her wiha em naxwazin êdî welatên Ewropayê çekan bifiroşin Tirkiyeyê. Ji ber Tirkiye jî bi van çekan Kurdan qetil bike.”