'Bi berxwedana li Zap û Avaşînê em ê dijmin têk bibin'

Gerîlayan diyar kirin ku artêşa Tirk di operasyonên dagirkeriyê de cerdevanan bi kar tîne û destnîşan kir ku li gel êrişan jî bi berxwedana Zap û Avaşînê wê dijmin têk bibin.

Gerîlaya YJA Starê Baharîn Welat Şemzînan û gerîlayê HPG'ê Ferhad Şengal li ser êrişên dewleta Tirk ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û berxwedana gerîla ji ANF'ê re axivîn.

Baharîn Welat Şemzînan diyar kir ku cerdevan jî tevlî operasyona dagirkeriyê ya dewleta Tirk û PDK'ê bûne û wiha axivî:

"Şerê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybetî li herêma Zapê qada Kurojahro bêhempa tê kirin, dewam dike. Têkoşîna herî xurt bi gel û gerîla dikare bê meşandin. Yên ku şoreşê bi ser bixîne jî gel û gerîla ye, baweriya bi hev re ye. Her wiha bang li wan Kurdan dikim ên ku bi dagirkeran re tevdigerin, di nava xiyanetê de ne; bila dest ji xiyanetê berdin. Banga min li cerdevanan jî ew e ku çenên xwe deynin, bila dest ji xiyanetê berdin. Wan dixapînin, bi kar tînin, li çeperan, di çalakiyan de didin pêş. Ji ber vê yekê bila dest ji xiyaneta li gelê Kurd û li PKK'ê berdin. Bila destê xwe bidin gel û gerîla. Bi taybetî bang li cerdevanên li herêma Botanê û Şemzînanê ne dikim, ku çekên xwe deynin. Baweriya herî mezin gel bi xwe ye, lewma bila dest ji cerdevaniyê berdin.

'TÊKOŞÎNA ME BÊ DAWÎ YE, EM Ê GELÊ XWE AZAD BIKIN'

Em bawerin ku di vî şerî de em ê bi ser bikevin. Ew jî bi felsefeya Rêber Apo û têkoşîna niha li Zap û Avaşînê tê meşandin em ê dewleta Tirk li bin bixînin. Têkoşîna me têkoşîneke bê dawî ye, em ê li ser vê esasê bimeşin û bigihêjin azadiya Serokê xwe û azadiya xwe. Em ê gelê xwe jî azad bikin."

'BERXWEDANA GERÎLA ARMANCÊN DEWLETA TIRK TÊK BIR'

Gerîlayê HPG'ê Ferhad Şengal jî anî ziman ku armanca bingehîn a dewleta Tirk dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê ye û wiha axivî: "Berxwedana gerîla armancên dewleta Tirk têk bir û nehişt ku li herêmê bi cih bibe. Em gerîla; heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ber xwe bidin. Em ê nehêlin ku dewleta Tirk planên xwe pêk bîne.

Dewleta Tirk salên dawî êrişên li ser herêmên me zêde kir. Lê belê tevî ku teknîk û balafir di destê wan de hene, nikarin bi berxwedana gerîla. Îradeya şerkirinê ya leşkeran nîne. Em ne tenê ji bo Kurdistanê şer dikin. Bêguman armanca me ya sereke azadiya Kurdistanê ye, lê belê li gel vê yekê em ji bo azadiya gelê Ereb, gelên bindest şer dikin. Li dijî êrişên dewleat Tirk em bi yek ruhî, yek bedenî şer dikin. Ez jî bi vê armancê tevlî nava refên gerîla bûm. Min dît ku yekane hêviya gelên Rojhilata Navîn PKK ye."