BI DÎMEN

'Bi berpirsyariya şoreşa Jin, Jiyan, Azadî xwedî li şoreş û rêberê xwe derkevin'

Endamê Fermandariya YRK'ê Şoreş Alan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina PJAK'ê pîroz kir û bang li jin û ciwanên tevlî şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' bûne kir ku xwedî li şoreş û rêberê xwe derkevin.

Endamê Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Şoreş Alan bi wesîleya rojbûna 75'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera 20'an a damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ji ANF'ê re axivî.

Nirxandina Şoreş Alan bi vî rengî ye:

"75’emîn salvegera rojbûna Rêber Apo û 20 salvegera damezrandina PJAK’ê, li Rêber Apo, hemû gelê welatparêz, mirovahiya azad û dostan pîroz dikim. Ev 51 sal in têkoşîna ku Rêber Apo li Kurdistanê dayî destpêkirin, bi serketina gelê Kurd tê meşandin. Rêber Apo ji bo jiyaneke azad têkoşînekî bê hempa meşand û xebatekî efsanewî meşand. Ji bo zindîkirina her mirovekî Kurd, şev û roj xebat meşand. Rêber Apo tehlîl kir ku her mirovekî Kurd rû bi rûyê polîtîkayên asîmîlasyon û komkujiyê ye. Li dijî vê yekê Rêber Apo gelê Kurd jinûve zindî kir û ji bo azadiya gelê Kurd pêşengtî kir, fikir diyar kir, rêya têkoşînê nîşan da û hêza parastinê jê re afirand. Gelê Kurd bi saya ked û xebata Rêber Apo, deskeftiyên roja îro bi dest xistiye. Rêber Apo ji bo Kurdan her tişt kir. Bi navê Kurdan her tişt ji bo mirovahiyê û gelên bindest kir. Ev hema zêdeyî meheke gelê Kurd li her devera cîhanê û bi taybetî jî li Rojhilatê Kurdistanê, Newrozê pîroz dike û xwedî li Rêberê xwe derdikeve. 

Her wiha Rêber Apo li dijî êrîşên dewletê yên li hemberî jinê jî xebatekî bê hempa meşand. Felsefeya ‘Azadiya jinê, azadiya civakê ye’ ji bo jinên Kurd afirand. Ji bo jinên cîhanê jî bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’, pêşengî kir. Lewma Rêber Apo jiyaneke ji derveyî sîstema desthilatdar, afirand. Bi saya Rêbertî têkoşîna ‘Jin Jiyan Azadî’ li cîhanê deng veda. Ev 25 sal in li girava Îmraliyê tecrîdeke girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin. Li dijî vê yekê Rêbertî ji bo parastina nasnameya jiyana azad têkoşîneke bê hempa meşand û li dijî hemû pirsgirêkan bi Modernîteya Demokratîk, bi pêşxistina Netewa Demokratîk çareserî afirand. Lewma li dijî tecrîda li ser Rêbertî jî, her yek ji me xwedî erk û berpirsyarî ye. Divê hemû ciwan, jin, welatparêz, rewşenbîr û her kesê ku dibêje ez mirov im xwedî li Rêber Apo derkevin. Divê her kes bi xwendin û zindîkirina fikir û nêrînên wî, xwedî li Rêber Apo derkevin. Bêdengiya li hemberî vê tecrîdê, tê wateya hevkariya tecrîdê. Lewma divê were zanîn ku bêyî Rêber Apo, jiyaneke azad ji ciwan, jin û gelê Kurd re ne pêkan e. Divê em jî vê yekê qebûl nekin. Divê em bibin xwedî helwest û weke wezîfeyeke exlaqî û wijdanî xwedî li Rêber Apo derkevin.

Her wiha li ser esasê fikrên Rêbertî, gelê me 20 sal in xwe li Rojhilatê Kurdistanê bi navê PJAK rêxistin dike. Gelê me li dijî komploya sala 1999’an a li hemberî Rêber Apo bi raperîn û serhildanê li Rojhilatê Kurdistanê rabû. Damezrandina PJAK’ê li ser vê esasê bû ku li dijî pirsgirêkên civakê çareseriyê biafirîne. 20 salan bi fikrê Rêbertî qonaxa serketin, têkoşîn û berxwedanê hat jiyîn. PJAK’ê 20 salên xwe di lûtkeyê de derbas kir. 20 salan bi ciwantî destpê kir û bi ciwantî dewam dike. Di warê berxwedanan zindanan de bi pêşengiya Akîf û Şirînan, di warê fermandariya leşkerî de bi pêşengiya Simkoyan, di warê siyasî de bi pêşengiya Rêzanan têkoşînekî bê hempa meşand û ji her kesî re bû hêz. Gelê me îro li Rojhilatê Kurdistanê bi serfirazî têkoşîna xwe dimeşîne. PJAK ji her kesê re bû hêz û hêvî. Cesaret da her kesê. PJAK li ser esasê fikrê Rêber Apo, partiya serketinê ye. Partiya berxwedan û azadiyê ye. Heta ku em bi ser dikevin, em ji dest ji vê rêya têkoşînê bernadin. Felsefeya jiyana Rêber Apo, felsefeya damezrandina jiyana azad e. PJAK jî li ser esasê vê felsefeyê hate damezrandin. Jiyana azad bê dawî ye. Ji ber vê yekê îro weke PJAK erk û berpirsyariya me di her demê de bêhtir zehmet û zortir e. Ji bo em xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derkevin, divê em karê dikeve ser milê xwe pêk bînin. Bi taybetî di vê rêyê de bi hezaran şehîdên qehreman pêşkêşî welêt û gel kir. Ji bo xwedîderketina li şehîdan, bi taybetî sala derbasbûyî pêşketina serhildana şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' li Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêk hat û reng da cîhanê, erk û berpirsyariya me zêdetir e. Em ê bi vê berpirsyariyê nêzîk bibin. Pêwîste gelê me, jin û ciwan ên tevlî nava şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' bûn bi vê berpirsyariyê nêzîk bibin, xwedî li şoreş û rêberê xwe derkevin. Di heman demê de 75'emîn rojbûna Rêber Apo û 20'emîn salvegera damezrandina PJAK'ê pîroz bikin. Em careke din cejna jidayikbûna Rêber Apo, cejna damezrandina partiya me li hemû gelê şoreşger û têkoşer, li welatparêzan, li jin û ciwanên têkoşer, li hemû mirovahiyê pîroz dikin. Di vê rêyê de ji bo her kesî serketinê dixwazin."