Bi Baroya Mêrdînê ve tabelayek 4 zimanî hate daliqandin

Bi Baroya Mêrdînê ve tabelayek 4 zimanî ku bi Tirkî, Kurdi, Erebî û Suryanî hate daliqandin.

Rêveberiya Baroya Mêrdînê ya ku berê tabelaya baroya wê tenê bi Tirki, li cihê wê tabelayek bi 4 zimanî daliqand. Bi vî şeweyî Baroya Mêrdînê bû ya yekem ku tabelayek li gel zimanê Tirki, zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî lê tê daliqandin.

Tabelaya 4 ziman ya ji aliyê rêveberiya baroyê ve hatî xwestin ji berî civîna Desteya Giştî ya hatî plankirin were daliqandin, ji ber sedemê weşandina giştînameya ji aliyê Wezareta Karên Hundirîn ve hatî paşxistin, bi şêweyek bêdeng bi avahiyê ve hate daliqandin.