Beştaş: Gelê Kurd wê çong daneyne erdê

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di salvegera desteserkirina şaredariyan û wezîfedarkirina qeyyûman de axivî û got “Wê îradeya gelê me, çong daneyne erdê.”

Li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî di 19’ê Tebaxa 2019’an de qeyûm tayînî şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê hatin kirin. Îro salvegera 2’yemîn danîna qeyûman e. Rêxistina HDP’ê ya Wanê têkilarî salvegera tayînkirina qeyûman li ber avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, parlamenter û rêveberên HDP’ê, hevşaredarên HDP’ê yên qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em HDP ne li her derê ne. Em li dijî qeyûman têdikoşin” hat hildan û dirûşm hatin berzkirin. 

Hevserokê Rêxistina HDP’a Wanê Fîkret Dogan ewilî di civînê de axivî û destnîşan kir ku îro ew serdemek tarî teşhîr dikin, gelê wan qeyûman qebûl nekiriye û wê neke û ew soz didin gelê xwe dê qeyûman biqewirînin. 

Piştî Dogan, Hevşaredarê Wanê Mustafa Avci yê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin axivî û got: “Qeyûm dizî ye, talan e, darbe ye û ji bo gel barê deynan e. Çawa piştî qeyûmên xwe ewilî bi ser neketin, hûn ê di vê serdema pêşiya me de wek hosteyên xwe têk biçin. Dibe ku niha bi qeyûman dest danîbin ser şaredariyên me lê em ê hemû qirêjî û pilanên wan serûbin bikin. Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.” 

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî bi silavkirina hevşaredarên girtî dest bi axaftina xwe kir û niha gelek hevşaredarên wan di zindanan de ne girtî ne. Beştaş diyar kir ku ji bo şaredariyên wan werin desteserkirin lêpirsînên beredayî û bêbingeh li hevşaredarên wan hatin vekirin û li qeyûm danîn şûna gelek qeyûman, tenê li Nisêbînê 4 caran qeyûm hat guhertin. Beştaş got “Qeyûmên xwe jî naecibînin û hemû qeyûmên wan diziyê, talanê û gendeliyê dikin”

 Beştaş da zanîn ku qeyûm ne ji bo xizmeta xelkê ji bo ku diziyê û rantê bikin li ser kar in û ji ber ku daraz bûye amûra îqtidarê tiştek nake. Beştaş anî ziman ku şerma vê îqtidarê qet nîne û şaredariyên wan veguherindine qereqolan, qeyûm bi sedan parêzvanan li bajaran digerin û paşê radibin dibêjin ‘em vî gelî temsîl dikin.’ Beştaş destnîşan kir ku qeyûm gelê Kurd temsîl nake û got: “Hûn di wan avahiyan de bekçîtiyê dikin. Em we nas nakin. We dest daniye ser mal, milk û nanê xelkê. Qeyûm îradeya gelê kurd nas nakin. Qeyûm dijmantiya gelê kurd dikin. Hurmeta mafê hilbijartin û hilbijêr nayê girtin. Qeyûm di dijminatiya Kurdan de derketine asta herî jor. Çimkî tifaqa AKP-MHP li ser dijminatiya gelê Kurd hatiye avakirin. Şaredariyên ku qeyûm hatine tayînkirin, bûne navendên kirina sûc. Qeyûm tenê di serdemên darbeyan de hatine tayînkirin. Va ye ev îqtidar jî darbeya îqtidarê ye. Hêj îqtidara darbekar li ser wezîfeyê ye. Dema mijar dibe Kurd û saziyên Kurdan qeyûman tayîn dikin. Welat teslîmî zîhniyeta qeyûman hatiye kirin. Tirkiye veguheriye komara rejîma qeyûman. Kesek biçe fezayê û bi Kurdî anonsê bike wê li dijî wî/wê dijminatiyê bikin. Em ji we bi hêztir in. Çimkî em mafdar in. Hûn ê nikaribin çoka vîna gelê me deynin erdê.” 

Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.