Beştaş: Eger Kurd nikaribin biçin bajarê dixwazin, hingî metirsî mezin e!

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş got, "Eger Kurd wê nikaribin li Sakarya, Enqere, Yozgatê bigerin, hingî metirsî gelekî mezin e." Beştaş bang li her kesî kir ku li ber dagirkeriyê rabin.

Gundiyên Kurd piştî êrişa nijadperestiyê ya li Sakaryayê neçar man li gundê xwe Kelekê yê navçeya Şemrexê ya Mêrdînê vegerin.

Heyeta HDP, DBP û Tifaqa Kurdistanî xwestin serdana gundiyan bike ku li Sakaryayê bûn hedefa êrişa nijadperestiyê, lê belê ji aliyê leşkerên Tirk ve hate astengkirin.

Di nava heyetê de Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydenîz, Parlamenterên HDP'ê Îmam Taşçier, Nûsrettîn Maçîn, ji Tifaqa Kurdistanî Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek, bi navê DDKD'ê Abdûlhay Okûmûş, ji Partiya Azadî Cemal Sati, ji Partiya Azadî û Mirov Ahmet Kaya cih girtin.

Heyet li pêşiya gund ji aliyê jendermeyan ve hate rawestandin. Fermandarê jendermeyan, heyeta ku xwest serdana gundiyên ku bûn hedefa erişa nijadperestiyê bike, bi 'nijadperestiyê' sûcdar kir û diyar kir ku bi navê dewletê ew nikarin destûrê bidin vê yekê. Parlamenterên HDP'ê û endamên heyetê jî gotin "Karmendek nikare li pêşiya hevdîtina gel û parlamenteran bibe asteng" û nerazîbûn nîşan dan.

'TENÊ JI BER KU KURD BÛN ÊRIŞ LI WAN HATE KIRIN'

Sînan Çîftyurek nerazîbûn nîşanî astengkirinê da û anî ziman ku jin û kedkarên Kurd ji ber ku tenê Kurd bûn êrişa nijadperestiyê li wan hate kirin. Çîftyurek got, "Em her roj hişyariyê didin hikumetê ji bo van êrişan asteng bikin, naxwe welat ber bi şerê Kurd-Tirkan ve diçe. Her roj li Tokat, Yozgat, Sakarya, Mûglayê mirov tenê ji ber ku Kurd in dibin hedefa êrişan. Ji bo şermezarkirina vê yekê em li vir in."

Meral Daniş Beştaş jî got, "Eger yekîtiya vê akê tê parastin, hingî divê her kes di nava heman şert û mercan de bijîn. Eger karkerên Kurd li Sakarya, Mûgla, Yozgatê dibin hedefa êrişê, hingî li vî welatî demokrasî û wekhevî nîne. Bang li desthilatdariyê dikim. Rêya yekkirina vî welatî girtina êrişkaran e. Girtina yên ku fermana êrişê dane ye. Eger pişta wan bê germkirin wê êrişên bi vî rengî zêde bibin. Li vir Kurd êşeke giran dikişînin. Wijdan parçe bûne, yên ku biratiya gelan diparêzin û ji xwe re dibêje 'ez mirov in' divê li ber vê bûyera li dijî mirovahiyê rabe, divê li ber nijadperestiyê rabe."

'METIRSÎ MEZIN E'

Beştaş her wiha got, "Dewleta ku li Sakaryayê nekarî karkerên Kurd biparêze, îro li Şemrexê derkete holê."

Beştaş got, "Êrişa li Sakaryayê qewimî encama dijminatiya AKP-MHP'ê ya li gelê Kurd e" û diyar kir, "Metirsî gelekî mezin e. Eger li vî welatî Kurd nikaribin li Sakarya, Enqere, Yozgatê bigerin, hingî metirsî gelekî mezin e."

Beştaş got, "Yên ku ji me re dibêjin cihêkar in, ew bi xwe dîroka cihêkariyê dinivîsînin.