Besê Erzîncan: Gerîla parêzvanê xelkê Başûrê Kurdistanê ye

Besê Erzîncan destnîşan kir ku gerîla di heman demê de parêzvanê xelkê Başûrê Kurdistanê ye û ji xelkê Başûr bi taybetî jî ji jinan xwest ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û li hemberî hevkariya PDK'ê helwestê nîşan bidin.

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û berxwedana gerîlayên YJA Star û HPG'ê bersiv da pirsên ANF'ê.

Besê Erzîncan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 23 sal in li Îmraliyê di nava sîstema êşkence û tecrîdê de bi îradeyeke awarte li ber xwe dide û got, "Sekna Rêber Apo a berxwedan û azadiyê, şêweyê berxwedanê yê azadî, afirîneriyê yê dîroka mirovahiyê ye. Lewma di sedsala 21'ê de rêberê azadiyê yê jinan û mirovajiyê, Serok Apo ye. Li ser vê bingehê em Rêber Apo, berxwedana wî bi hezkirin, bi dilsoziyeke mezin silav dikin. Bûyerên ku diqewimin hemû nîşan didin ku şoreşa Kurdistanê, şoreşa jinê bi fêhmkirina Serok Apo dikare pêk were."

Besê Erzîncan bi dewamî got, "Rêberê me li Îmraliyê, gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi hezaran mirovên me li zindanan, gelê me û jin li her derê li ber xwe didin. Ev berxwedan, yek ji şerê azadiyê yê herî zehmet û krîtîk ê dîroka mirovahiyê ye, dibe ku yê herî girîng be. Bi saya vê têkoşînê wê bersiv ji pirsa 'jiyaneke çawa' ya jinan û mirovahiyê re bê dayin, wê berê azadiyê bê diyarkirin."

Besê Erzîncan destnîşan kir ku berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê ne tenê berxwedana PKK'ê ye û got, "Berxwedana bi rûmet û hemûnê ya gelê Kurd e ku bi çand, ziman û nasnameya xwe li Rojhilata Navîn dimeşîne. Biryardariya gelên Rojhilata Navîn e ku li ser bingeha ekolojîk, demokratîk û azadîparêziya jinê jiyanekê biafirîne. Ji bo daxwaza jiyana mirovane, bi rûmet û afirandina jiyana azad, çavkaniyên berxwedanê diafirîne."

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan bal kişand ser berxwedana li Zap, Metîna, Avaşînê ya li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û destnîşan kir ku bi pêşengiya YJA Starê hêzên HPG'ê berxwedaneke bêhempa dimeşînin. Besê Erzîncan got, "Li her bihostek ji xaka cografya Behdînanê berxwedaneke bêhempa heye. Berxwedana gerîla ya ku 23'ê Nîsanê dest pê kir û çalakiyên ji hingî ve tên lidarxistin, bi berdêl û kedeke mezin bi rengekî serketî tê meşandin. Bi vê wesîleyê di serî de şehîdên me yên li Mamreşo hemû hevrêyên ku di berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê de şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin."

Besê Erzîncan destnîşan kir ku vê têkoşînê, hêrsa li dijî dijmin mezin kir û got, "Îradeya me, daxwaza me ya têkoşînê xurtir kir. Em têkoşîna xwe mezintir dikin û bi vî rengî dimeşînin. Kurdistana azad, jin a azad, li ser bingeha şerê berxwedan û azadiyê dikare bê afirandin. Li ser vê bingehê em berxwedan û çalakiyên serketî yên gerîlayên YJA Starê û HPG'ê pîroz dikin."

Têkildarî hewldanên PDK'ê jî Besê Erzîncan diyar kir ku ev pozîsyona şer a ku PDK li dijî gerîlayên Kurdistanê ketiye nav, ji aliyê gelê Kurd û jinan ve ti carî nayê qebûlkirin û got, "Di serî de gelê me yê Başûr, gelê me bi temamî ji şerekî gengaz ê navxweyî gelekî bi fikar e. Ji vê rewşê jî PDK berpirsyar e. Divê PDK bes gerîla provoke bike. Hêzên xwe neyne qadên gerîla. Divê pêşmerge nekeve vê xefikê. Nekeve nava şerê birakujiyê. Gerîla parêzvanê gelê me yê Başûr e. Ev rastî di dîroka nêz de li Kerkûk, Şengal û gelek deverên din bi rengekî şênber hate dîtin. Lewma divê PDK hêzên xwe tavilê vekişîne. Em careke din destnîşan dikin. Dewleta Tirk ne tenê dijminê PKK'ê ye. Di heman demê de dijminê Kurdan e. Naxwaze ku tiştekî bi navê Kurdîtiyê li Rojhilata Navîn bimîne. Herî dawî di mînaka Efrînê de hate dîtin, dixwaze bi temamî bike Tirk. Êrişên li ser Mexmûrê di vê çarçoveyê de ne. Xelkê me yê Mexmûrê, jinên Mexmûrî li dijî van êrişan helwesta xwe ya bi rûmet dewam dikin. Bi vê wesîleyê xelkê me yê Mexmûrê ji ber helwesta xwe ya berxwedêr silav dikin."

Besê Erzîncan diyar kir ku jinên li Başûrê Kurdistanê ji bo di navbera Kurdan de şer rû nede platformên hevpar divê ava bikin û got, "Divê li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabin. Akademîsyen, partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivîl, komên pîşeyî, jinên di nava van rêxistiniyan de divê helwestê nîşan bidin. Jinên Başûrê Kurdistanê weke wijdanê civakê divê nêrîn, helwest û çalakiyên xwe bi rengê xwe destnîşan bikin. Divê sekna PDK'ê ku hevkariyê bi dewleta Tirk re dike rexne bikin. Li ser vê bingehê jî ji bo yekîtiya neteweyî divê herî zêde jin helwestê nîşan bidin.

Gerîla di heman demê de ji bo azadî û wekheviya jinan têdikoşe. Lewma piştgiriya ji bo gerîla di serî de karê ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd, wezîfeya jinên Başûrê Kurdistanê ye. Li Başûrê Kurdistanê potansiyel û daxwazeke mezin a azadiyê ya jinan heye. Divê ev potansiyel veguhere rêxistiniyê û çalakiyê. Li Iraqê jinên Ereb, Tirkmen, Suryan, Ermen, Şîa, Sûnî, Êzidî divê li dijî dewleta Tirk a faşîst helwestê nîşan bidin. Divê têkoşîna hevpar biafirînin."