Berzen: Divê gelê me hilbijartina Serokkomariyê ya Îranê boykot bike -NÛ BÛ

Endamê Desteya Rêveber a KODAR'ê Arîo Berzen bal kişand ser hilbijartina Serokkomariyê ya rejîma Îranê û got: "Divê gel bi her awayî hilbijartina Serokkomariyê boykot bike. Tiştekî nû ku Îran ji bo gel bike, nîne."

Endamê Desteya Rêveber a Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Arîo Berzen bal kişand ser hilbijartinên Serokkomariyê û hilbijartina bajar, navçe û gundan ên ku biryare 18’ê Hezîrana 2021’ê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêk were û diyar kir ku ji hilbijartina Îranê tiştek nû ji bo gel hebe nîne.

Berzen qala siyaset û rewşa siyasî ya Îranê ya li navxweyî û navdewletî kir û got: "Di halê hazir de rewşa niha ya Komara Îslamî ya Îranê li gorî hilbijartinên berê pir cêwaz e. Îran niha di nava xwe de di rewşeke pir hesas û cidî de ye. Em bînin bîra xwe, hilbijartina parlementoyê ya berî niha tevî hemû sextekarî û gendeliyê jî ji sedî 42 welatî çûn ser sindoqan û deng bikaranî. Ev jî asta krîzên aborî û siyasî yên li welat bi vekirî nîşan dide, diyar dike ku rêveberî nikare welat bi vî rengî bi rê ve bibe. Îran di vê demê de di warê, siyasî, aborî, dîplomasî û hemû aliyan de di rewşeke pir nazik de ye"

'GEL WÊ NEÇE SER SINDOQAN'

Berzen anî ziman ku hêz û kêrhatiya sîstema Îranê nemaye ku êdî bikare li ser vê erdnîgariyê hemû pêkhate bê ciwazî bi rê ve bibe û got: "Bi kinahî mirov dikare bêje, rewabûna sîtemê nemaye. Desthilat dixwaze bi hilbijartinê bide nîşandan ku gel li gel desthilatê ye, lê ev yek ne rast e."

Berzen diyar kir ku çiqasî Îran li nav xwe riziye û bi pirsgirêke, ewqasî di qada navneteweyî de jî têk çûye û got: "Di qada navneteweyî de jî Îran tengav bûye û guşar li ser hene." Berzen da xuyakirin ku li gorî wan di rewşeke wiha de û rojane gel rû bi rûyê siyaseta Îranê tê, ne mimkûne ku gel biçin ser sindoqan.

'GEL SÎSTEMÊ NAS DIKE, BAWERÎ BI SÎSTEMÊ NEMAYE'

Berzen got ku li gorî hilbijartinên berê diviya bû di warê sazûmanî û xizmetgozariyê de gelek kar bihata kirin, lê yek ji van nehate kirin. Berez diyar kir ku ji hilbijartinên berê diyar e ku tiştekî nû tine û dubare ye. Berez got: "Hilbijartina niha bê kirin, dubareya hilbijartinên berê ye. Komara Îslamî ya Îranê di asta xwe ya herî nerewa de ye. Ya ji hemûyan girîngtir jî ew e ku gel xwedî helwest e, ti bawerî bi hilbijartina komara Îslamî ya Îranê nîne. Dewlet jî nikare careke din gel bi sextekariyê bibe ser sindoqan. Gel êdî sîstem baş nas kiriye, ji bo wê li alternatîfan digerin. Ya niha li Îranê heye ji bo gel nabin bersiv, ji ber ku niha bi temamî civak û pêkhateyên cêwaz ên Îranê hatine guhertin."

'NE TI PROJEYA DESTHILATÊ Û NE JÎ ALIYÊN WÊ HEYE JI BO GELAN'

Endamê Desteya Rêveber a Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Arîo Berzen diyar kir ku ti projeyek sîstema rejîma Îranê ji bo gelê Kurd, Lûr û Belç nîne û got: "Çarenivîseke siyasî ya Îranê ji bo Kurd, Lûr û Belûcan nîne. Her wiha ti projeyek ji bo pêşîgirtina qetilkirina kolber, bê rêzî li ber jinê neyê kirin, dîsa pêşîgirtina qirêjiya jîngeha Îranê, gelên Îranê bikarin bi hev re bijîn, nîne. Ne tenê Îranê ti aliyeke li nava sîstema Îranê ne xwedî proje ye. Hemû hewldanên wan ji bo bibin desthilat û kursî ye."

'NÛNERÊN GEL DI HILBIJARTINÊ DE NÎNE'

Berzen bal kişand ku di hilbijartinê de ti nûnerekî gelan cih negirtiye, heta erkdarên sindoqan jî nîne û wiha domand: "Ew ên dengan dijimêrin, yên deng ji bo wan tên dayîn jî ne nûnerên gel in. Hemû parçeyek ji dewletê ne. Li gorî me ya li Îranê niha dibe, ne hilbijartin, tenê sextekarî ye. Ji ber ku bi zorî xelk birina ser sindoqan û deng dayîn ne hilbijartine. Deng dayîn nayê wateya hilbijartinê. Hilbijartin wate atmosfereke demokrasiyê ye. Gel aliyê xwe ne ji bo desthilatê ji bo kolanan hilbijartiye."

'JIN Û CIWAN HÊZA GUHERÎNÊ NE'

Berzen bal kişand ser rola jin û ciwanan a li Îranê û diyar kir ku di roja îro de jin û ciwan xwedî helwest e û di warê îdeolojî û fikir de li gorî berê pir pêşketîne û pêşengtiyê ji serhildanên kolanan re dike û got: "Îranê ji bo jin û ciwanan ji derveyî siyaseta kuştin, sêdaredan û êşkenceyê tişteke din nîne, ji bo wê ye ku hêza ku dikarin guherîn û veguherînê bikin jin û ciwanin."

'DIVÊ HILBIJARTINA SEROKKOMARIYÊ YA ÎRANÊ BÊ BOYKOTKIRIN'

Endamê Desteya Rêveber a KODAR'ê Arîo Berzen herî dawî diyar kir ku rejîma Îranê di vê hilbijartinê de dixwaze hilbijartina bajar, navçe û gundan jî li gel hilbijartina Serokkomariyê bike û anî ziman ku ev yek jî fêlbaziyeke mezin e û armanc ji vê yekê bilindkirina rêjeya dengan e. Berzen wiha pêde çû: "Divê gel bi ti awayî tevlî hilbijartina serokkomariyê nebe, boykot bike. Boykotkirina hilbijartinê erkekî dîrokî ye. Ji ber ku Îran dewleteke dagirkere û gelê me diçewisîne. Tenê boykotkirin jî têrê nake, divê derkevin kolanan û xwe rêxistin bikin. Piştgirî bidin hev û piştgirî bidin karê rewşenbîrî û civakî bikin. Bibin xwedî helwest. Ya din jî divê gel di mijara hilbijartina bajar, navçe û gundan de baldar bin. Hata hûn ji kesek pir û pir bawer nebin ku kesek baş e, xizmetê wê ji bo gel bike nebe, dengê xwe bikar neînin. Desthilat ji ber ku wê kesên wisa jî bîne ku bikare deng bide û bi rêya wan dengên Serokkomariyê zêdetir bikin. Lê divê kes deng nede. Ji ber ku her dengê diçe ji bo wan dibe guleyek li kolberek dikeve, dibe qirêjiyek ji bo jîngeha Îranê, dagirkeriyê zêdetir dike û zêdebûna sêdare."