'Berxwedaneke bê nimûne ye'

Gerîlaya Hêzên Parastina Jin a Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Arjîn Niştîman, li ser armanca êrîşên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re ji ANF'ê re axivî.

Gerîlaya Hêzên Parastina Jin a Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Arjîn Niştîman, li ser armanca êrîşên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê tên pêk anîn axivî. Arjîn Niştîman di despêka axaftina xwe de silav û rêzên xwe ji hevalên xwe ên gerîla re pêşkêş kir û got “Berxwedaneke bê hempa li herêmên Zap, Avaşîn, Metîna û Xakûrkê tê meşandin. Em jî wek gerîlayên HPJ’e vê berxwedanê silav dikin. Berxwedanek bi rihê Apoyî li Heremên Parastinê yên Medyayê tê meşandin. Ev berxwedan bê hempa û bê nimûne ye. Li himberî teknîka herî pêşketî, berxwedan  ji bo azadiyê bi rê ve diçe.”

BARZANÎ ASTA ÎXANETÊ JÎ DERBAS KIRIYE

Gerîlaya HPJ’e Arjîn Niştîman di dewama axaftina xwe de bal kişande ser hevkarî ango îxaneta PDK’ê û got: “Li kêleka êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkeriyê, îxanet û hevkariyeke herî qirêj ji aliyê PDK’ê ve tê kirin. ev îxanet bi tu şêweyî nayê pênasekirin. Ji ber ku êdî asta îxanetê derbas kirin û mirov nikare bibêje ku malbata Berzanî, Kurd in. Pêwîst e ku tevahî gelê me vê yekê di dîroka Kurd û Kurdistanê de, baş bidarizînin. Ji ber ku êrîşên ku îro tên meşandin tenê li beramberî Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û gerîlayan nayê meşandin. Ev êrîş, êrîşên dagirkeriya Kurdistanê ne. Pêwîst e ku tevahî gelê me vê yekê baş bibîne. Ji ber ku ev dem dema man û nemanê ye, dema azadiyê ye.”

KÊ GEL PARAST DIYAR E

Gerîlaya Hêzên Parastina Jin (HPJ) Arjîn Niştîman bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li himberî deskeftiyên Şengal û Rojava yê Kurdistanê kir û wiha domand: “Pêwîst e ku em tu carî dîrokê paşguh nekin û ji bîr nekin. Di sala 2011’an de li Rojavayê Kurdistanê û her wiha di sala 2014’an de kî li himberî êrîşan rawestiya û gel parast û ew ser piyan girtin, diyar e. YPG û YPJ’ê heya dawiyê li ber xwe dan. Her wiha li Şengalê gerîlayên Kurdistanê têkoşiyan û dijmin têk birin.”

CAREKE DIN SERÎ HILDIN

Gerîla Arjîn bi vî rengî dewamî da nirxandin û axaftinên xwe: “Di nava vê berxwedanê de bi taybet gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê, pêwîst e ku ew rihê serhildêr ê ku ji bo Koban û Efrînê raber kirin, careke din bi wî rihê berxwedêr ve, serî hildin û helwestên xwe raber bikin. Pêwîst e ku rihê xwe ê neteweyî careke din derxin pêş û di vê berxwedanê de cih bigrin. Cawa ku ji bo berxwedana Koban û Efrînê civak û jinên Rojhilatê Kurdistanê, daketin qadan, li ber xwe dan û beşdarî Tevgera Azadiyê bûn, divê careke din di nava berxwedana ji bo azadiyê de cih bigirin û li ber xwe bidin. Tevahî gelê Kurd pêwîst e vê yekê tu carî ji bîr neke ku, ji derveyî Tevgera Azadiyê û berxwedanê tu rêyeke din nîne.”

JI DERVEYÎ BERXWEDANÊ, TU RÊYEK NÎNE

Di dawiya axaftinên xwe de gerîlaya Hêzên Parastina Jin (HPJ) Arjîn Niştîman, bang li tevahî civak, jin û ciwanan kir ku bi hemû hêza xwe ve beşdarî nava vê berxwedana ji bo azadiyê bibin û têkoşîna xwe bilind bikin. Arjîn Niştîman bi taybet bang li jin û ciwanan kir ku, beşdarî nava Tevgera Azadiyê bibin ji bo ku bikaribin hebûna xwe, hebûna Kurd û Kurdistanê misoger bikin û got “Ji ber ku derveyî berxwedan û têkoşînê, tu rêyeke xelasiyê nîne.”