Berxwedana Yagiz di roja 144'an de ye

Greva birçîbûnê ya li Başûrê Kurdistanê ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn destpêkirin bi biryardarî didome. Berxwedana Yagiz di roja 144, Fedîle Tok 84, Herêm Mehmûd 49 û Gulebax Celal jî 28’an de ye.

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Nasir Yagiz a li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêr di roja 144’an de bi biryardarî dewam dike. 

Her diçe rewşa tenduristiyê ya Nasir Yagiz giran dibe, lê di domandina çalakiya xwe de bibiryar e.
Greva bêdawî û bidorveger a hemwext li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêr a Başûrê Kurdistanê bi koma 72’an jî dewam e.

Endamê Partiya Karkerên Sosyalîst a Emerîka Steve Clark û Endamê Komîteya Partiya Komunîst a Îngîltere Ogmûndûr Jansson hate serdana Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê û têkildarî xebatên HDP’ê û berxwedana grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê agahî girtin.

MEXMÛR

Greva birçîbûnê ya Nasir Yagiz ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, a li Hewlêrê di roja 143'an de ye, ya endma Meclîsa Jinan a Îştarê ya li Mexmûrê jî di roja 84'yan de didiome. Greva birçîbûnê ya bi dorvegerî jî kete roja 119'an û koma 39'an dest bi grevê kir.
Di axaftinên hatin kirin de hate gotin heta tecrîd hebe wê berxwedan jî dom bike.

SILÊMANÎ

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger a li Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpê kirin di roja 121’an de ye. 
Greva ji aliyê koma 61’ê ya ji 5 welatiyên çar parçeyên Kurdistanê pêk tê dewam dike.
Di çalakiyê de bang li hemû partiyên siyasî, rayedar û derdoran hate kirin ku piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê.

Li navçeya Kelar a Germiyanê Endezyar Herêm Mehmûd ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 49 roj in di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Gulebax Celal jî 28 roj in di grevê de ye.