‘Berxwedana rûmetê têkbirina dagirkeriyê ye’

‘Ev berxwedaneke herî bi rûmet e. Êrîşên mezin nîşan didin ku em gelekî nêzî serkeftinê ne. Divê em gelê Kurd bibin yek û êrîşên dagirkeriyê têk bibin. Êdî ti sînor ango êrîş pêşiya me nikarin bibin asteng.’

Stêra Semsûr ango Gonul Çelîk di sala 1988’an de li Semsûrê ji dayîk dibe. Bi çanda Elewîtî mezin dibe û cewhera civakî ya Elewîtiyê bandor li ser kesayeta wê jî dike. Lê herêma Semsûrê bişaftineke kûr tê ferzkirin çand û nasnameya gelê Kurd bi êrîşên taybet re rû bi rû dimîne. Ji ber vê nakokiyên herî dijwar dijî û nakokiyên wê yên esasî ên ku rê li ber tevlîbûnê vedik. Bi demê re dibîne ku nakokiyên wê her ku diçe kûr dibe ango bersiva pirsên xwe di nava pergalê de nabîne. Ji ber vê deriyekî nû ango li destpêkeke nû digere. Di zanîngehê de Tevgera Azadiyê nas dike û hewldana wê ya çûyîna qadên azad çêdibe. Bi vê gavê re hewl dide ku rastiya dîroka xwe binase. Lêgerînên wê ên jiyana azad li ser pêşeroja wê jî bandor dike. Têgihîştina vê rastiyê jî wiha pênase dike; ‘Naskirina hevaltiyê ango nêzîkbûnên Tevgera Azadiyê rêya rast nîşan dide. Ji ber ku di vir de li hember mirovan rêzdarî, nirx tê raber kirin ango her tişt xwedan nirx e.’

‘HÊRSA MIN A TOLHILDANÊ GELEKÎ MEZIN E!’

Gerîla Stêra dibêje; ‘Min rêya jiyana azad bi Serok Apo nas kir’ bi naskirinê re jî bersiva pirs û lêgerînên xwe zelal dike. Her ku xwe nas dike ferq dike ku cewhera wê cudatir e. Wê çaxê hestên ku dijî wiha tîne ziman; ‘Hêrsa min li hember dijmin qat bi qat zêde dibe ji ber ku ew ji bo Kurdan rêyek tenê dihêlin ew jî înkar kirina rastî û nasnama xwe ye, ev yek tê tepisandin. Dijmin xapandineke mezin li ser min ferz kir, rastiyê de li ser hemû gelê Kurd jî vê yekê ferz dike. Tê rewşeke wiha ku êdî mirov bi xwestek êrîşkariyên dijmin pêk tîne û dikeve nav nakokiyan. Ji ber vê yekê hêrsa min gelekî mezin e û ez ê tola vî tiştî hilînim.”

‘RUHÊ BERXWEDANA DÎROKA VEŞARTÎ DIGIHÎNE RONAHIYÊ’

Hêzên dagirker û qirker bi şerên taybet hewl didin ku hebûna gelê Kurd tine bikin ango bi her aliyan ve qirkirina çandî û fîzîkî pêk tînin. Di encama êrîşên derûnî û taybet de armanc dikin ku xwebûna Kurdan bidin jibîrkirin. Lê belê gelê Kurd li hember zordariyê dev ji nasname û hebûnên xwe bernadin. Gerîla Stêra jî di vê mijarê de bal dikşîne dîroka berxwedanê û dibêje; “Em gelê Kurd û gerîlayên azadiyê ronahiya jiyanê di bîrdoziya Serok Apo de dibînin. Tevgera Azadiyê bi pêşengtiya Rêber Apo û şehîdên azadiyê de bala hemû cîhanê dikşîne. Ji xwe dîroka PKK’ê bi berxwedanên bêhempa ve dagirtiye. Bi taybetî berxwedana zindana Amedê, sekna Kemal Pîr, Mazlûm û Xeyriyan berxwedaneke di lûtkeyan de ye.”

‘DIVÊ FIKR Û ÇALAKBÛN YEK BE’

Wek hemû ciwanên Kurd gerîla Stêra jî bi naskirina dîroka berxwedanê re sonda tolhildanê dide. Gavên xwe yên yekemîn bi naskirina dîroka partiya PKK’ê ve davêje. Biryara tevlîbûna tevgera azadiyê PKK’ê jî wiha dinirxîne; “Felseya Apogerî li ser hemû civakê bandor dike û çareseriyên domdar ava dike. Jixwe rastiya Serokatî di nava gelan de zanebûnek xurt ava dike. Lewra Rêbertî hem yekîtiya civaka Kurd hem jî azadiya gelê Kurd pêş dixe. Bi tevlîbûna Tevgera Azadiyê jiyaneke nû dest pê dike. Diviyabû fikir, zikir û çalakî yek bin. Heke mirov dest bi rêyekî nû bike divê wek dergahekî lê mêze bike, pêwîst e bi temamî xwe bide wî tiştî. Lêgerîn û lêhûrbûn jî divê ser vê esasî çêbibe. Naskirin, famkirin û pêkanîna Serokatî kedeke mezin dixwaze. Rêhevalên şehîd rastiya jiyana me bi her aliyên xwe ve vedibêjin. Pêwîst e her kes li vê derê bijî. Jiyan û rêhevaltiya PKK’ê nas bike da ku têgihîştina wateya jiyanê bi pêş bikeve. Rêhevaltiya rast wê me bibe serkeftinê. Hemû aliyan de dixwazim bibim bersiv, tolhildana sedsalan ji dijmin bistînim.”

Gelê Kurd bi berdêlên mezin heta roja îro şerê hebûn û azadiyê dimeşînin. Di vê şerê giranbûha de xakên Kurdistanê bi xwîna cangoriyan tê avdan. Gerîla Stêra yek ji van qehremanên Kurdistanê ye û çavkaniya hêza xwe wiha pênase dike; “Heke mirov rastiya dijminê xwe bizanibe dikare rêya tolhildanê û serkeftinê jî bibîne. Êşên ku gelê me dikşîne, di roja îro de êrîşên ku li ser gelê me pêşdikeve hêrsa me hîn zêdetir dike. Li ser rûyê erdê, li ku derê Kurdek hebe dijmin êrîş dibe ser û hewl dide ku qir bike lê belê em ji her demê bêhtir xurt û bi biryar in. Wê dijmin hesabê vê bide. Êdî ti hêz nikare pêşiya me bigire. Êşa ku me kişandî divê ti carî bê bersiv nemîne. Niha gelek heval di enîyên pêş de şer dikin. Baweriya me ji her demî zêdetir e. Bawer dikim di demekî pir kurt de xeyalê Serokatî ya hevdîtina li ser Sûrê Amedê pêk were. Em ê bibin avakerên vê xeyalê. Em hemû jî li wê derê bin û bi Serok Apo re bijîn. Divê em wek milîtanên Serok Apo hemû astengiyên heyî ji holê rakin, armancên azadiyê pêk bînin, fikir, zikir û çalakiyên xwe bikin yek. Di heman demê de em tevgereke tolhildanê ne û êdî ti êrîş wê bê bersiv nemîne.”

‘EV BERXWEDANA RÛMETÊ YE’

Gerîla Stêra di dawiya nirxandinên xwe de dibêje; ‘Di nava rêxistinê de ez gihîştim xwebûna xwe.’ Şer û berxwedana dîrokî ya ku gelê Kurd dimeşîne bi armanca gihîştina cewher û dîroka rast tê meşandin. Ev jî hêz û baweriyek mezin di gelên herêmê de ava dike. Mirovên ku bi vê baweriyê tevdigerin wek gerîlayên azadiyê digihîjin armancên xwe. Gerîla Stêra ruhê berxwedana gelê Kurd wiha tîne ziman; “Her ku mirov xwe nas dike heyîna xwe jî dinase û ev hêzeke mezin ava dike. Xwenaskirin asoya me jî berfireh dike. Mirov her ku dikeve ferqa xwe dizane da ku dijmin çi ji destê me diziye. Qadên azad wargehên şikandina zincîrên koletiyê ne. Ango cihê rizgariyê ye. Dijmin hewl dide ku qirkirina Kurdan pêk bîne. Ji ber vê yekê bi rêbazên derveyî mirovî ango hovane êrîş dike. Li her dera ku Kurd lê dijîn, êrîşên mezin pêş dikevin heman demî bi berxwedaniya hevalên me û gelê me êrîşên herî dijwar jî tên şikandin. Dijmin neçar dimîne ku bi paş ve gavan biavêje. Ev berxwedaneke herî bi rûmet e. Êrîşên mezin jî nîşan didin ku em nêzî serkeftinê ne. Divê em gelê Kurd bibin yek û êrîşên dagirkeriyê têk bibin. Êdî çi tişt pêşiya me nabe asteng. Hêviya hevalên me yên qehreman jî serkeftin e ji ber vê berê me li serkeftinê ye. Dem dema bersivbûn û pratîkbûnê ye. Dem dema jiyîna bi Serokatî re ye.”

Gerîlaya YJA Starê Stêra Semsûr bi biryardariya serkeftinê berê xwe dide Bakûrê Kurdistanê û di şerê rûmetê de dibe xwedan kedên mezin. Di sala 2018’an de li çiyayên Amedê tevlî karwanê nemiran dibe.