Berxwedana Malbata Şenyaşar kete roja 73'an

Berxwedana Malbata Şenyaşar a li ber avahiya edliyê ya Rihayê di roja 73'yan de didome. Tê payin ku îro Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan serdana malbatê bike.

Çalakiya Nobetê ya Malbata Emîne Şenyaşar ku Wekîlê AKP'ê Ibrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî 3 kes ji wan kuştibûn li ber avahiya edliyê didome.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal wêneyê Wezîrê Dadê yê Tirk par ve kir ku di wêne de wezîr diyariyekê dide zaroyekî û got, ''Wezîrê Dadê Birêz Gul! Pêlîstokan nede zarokan! Gel ji te ne pêlîstokan dixwaze. Dadê bide gel! Li Qesra Dadê ya Rihayê hiqûqa xurtan li kar e. Kesên ku li nexweşxaneya dewletê sûcê mirovahiyê kirine têne parastin. Heke nikaribî dadmendiyê bi cih bînî kar berde!''

Her wiha tê payin îro saet 11:00'an Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan serdana malbatê bike.