Berxwedana malbata Şenyaşar di roja 438’an de didome

Dayik Emîne Şenyaşar di roja 438'an a berxwedanê de got, "Yên ku li nexweşxaneyê zarokên min kuştin, çima ew berdan? Wan li nava nexweşxaneyê mirov qetil kirin."

Nobeta edeletê ya Emîne Şenyaşar a ku di 14’ê Hezîrana 2018’an de di encama êrişa xizmên wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin, li gel kurê xwe Ferît Şenyşar ê ji  êrişê bi birîndarî rizgar bibû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 438’an de didome. Malbata Şenyaşar serê sibehê ji mala xwe ya li Pirsûsê hatin ber edliyeyê û dest bi nobeta xwe kirin.

Emîne Şenyaşar got, "Ji ber çi kesên ku zarokên min li nexweşxaneyê qetil kirin, berdan? Van kesan di nava nexweşxaneyê de jî mirov qetilkirin. Hûn çawa dikarin kesên ku ji me re zilmê bike berdin. Em dixwazin ku hemû bêne girtin.

Dayik Şenyaşar diyar kir ku kurê wê Fadil Şenyaşar bi salane di hucreya yek kesî de tê girtin û wiha got, "Bila zarokê min berdin. Me rojiya Remezanê û cejna xwe li vir derbas kir. Em dixwazin her kesê ku di qeydê de ne bên girtin."