Berxwedana li zindanan di roja 200'î de ye: Li ber tecrîdê rabin

Di roja 200'î ya greva birçîbûnê de li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin û peyama "Em li ber tecrîdê rabin" hate dayin.

Ji 27'ê Mijara 2020'î û vir ve ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qedandina binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan 200 roj in li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger tê lidarxistin.

Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Wanê (TUHAY-DER) ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Çalakî li kolana hunerê pêk hat û Parlamenterê HDP'ê Mûrat Sarisaç, hevserokên HDP, DBP jî di nav de gelek kes tevlî bûnş.

Hevserokê TUHAY-DER'ê Umît Çapan daxuyanî da û got, "Tecrîd pêkanîneke nehiqûqî ye. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Divê tecrîd tavilê bi dawî bibe."

Çapan bi gotina, 'Em li ber tecrîdê rabin' ev daxwaz parve kir:

"Divê dawî li polîtîkaya tecrîdê ya li ser Birêz Abdullah Ocalan bê anîn û daxwazên qanûnî û hiqûqî yên çalakgerên greva birçîbûnê bi cih werin anîn.

Hemû kiryarên ne adîl ne hiqûqî û li dijî wijdanê civakê bêne betalkirin.

Dawî lli binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan bê anîn, binpêkirina mafên mirovan weke sûc bê dîtin û berpirsyar bên darizandin.

Bi qanûneke înfazê ya wekhev û adîl bersiv ji pêwîstiyên civakê re bêne dayin."

TUAY-DER a Çûkûrovayê jî li ser greva birçîbûnê ku ketiye sala 200'î daxuyaniyek da. Rêveberê TUAY-DER'ê Ergîn Altûntaş li civînê axivî û got, "Daxwazên ku têne ziman mafên bingehîn û azadî ye ku bi peymanên navneteweyî û qanûnan hatine misogerkirin."