Berxwedana Kobanê û Apê Nemir

Apê Nemir ku di berxwedana Kobanê de bi şervanên YPG/YPJ'ê re li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer kir, dibêje ku dema zarokên Kobanê yên ji xwe re dilîzin dibîne, hemû zor û zehmetiyên dîtine ji bîr dike.

Dema ku qala berxwedana Kobanê tê kirin, yekser Apê Nemir tê bîra mirovan. Apê Nemir di navê xwe de jî diyar e, ew nemir e. Dem wê derbas bibe, Apê nemir jî wê rojekê koça xwe ya dawî li dinyayê bike, lê nav û helwesta wî ya di berxwedana Kobanê de wê qet nemire.

Her mirovî di jiyana xwe de li dehan fîlmên berxwedanê temaşe kiriye, ya jî çîrok bihîstine. Lê ew çîrok her çîrok dimînin. Berevajî wê bi sedan çîrokên berxwedanê raste rast li Kobanê qewimîne, ku her kesî teqez dîtine û bihîstine. Di nav wan de dîmenekî Apê Nemir e navdar heye, ku ew jî di mewziyê de li kêlek şervanên YPG û YPJ şer dike û çawa bi temenê xwe yê mezin di mewziyê de li dijî DAÎŞ'ê li ber xwe dide.

Me xwest çend saetan bi Apê Nemir re li nav vî bajarî ku 4 sal berê ji çeteyên DAÎŞ'ê hate rizgarkirin bigerin. Kes ji sohbeta Apê Nemir têr nabe. Em çûn cihê mewziya ku tê de şer dikir, min jê pirsî tu meraq nakî carnan werî vir? Got, "Li vir hestên min li nav hev dikevin ji ber ez ew rojan tînim bîra xwe, pê re jî ew hevalên min ên bi min re şehîd bûyî tên bîra min. Ez pê diêşêm."

Apê Nemir hinekî bêdeng ma û got, "A ev der cihê hevala Nefel bû." Dema min pirsî niha Nefel li ku derê ye? Got, "Li eniya rojhilat şehîd bû. Wê demê her kesî digotin Nefel keça te ye, me her bi hev re şer dikir. Ew bi xwe ne ji vî bajarî bû, ji bajarekî Bakurê Kurdistanê bû. Min vîn û hêza xwe ji wê digirt."

Berxwedana Kobanê wê demê deng veda, ji ber ew çeteyên DAÎŞ'ê ku êrîş anîn ser Kobanê gef li dinyayê hemûyî dixwarin, bi saya Apê Nemir û YPG û YPJ'ê hatin şikandin.

Çar sal di ser rizgarkirina vî bajarî re derbas bû. Gelek guhertin çêbûne, ji aliyê avahiyan ve heta hişmendiya gel. Lê ew berxwedana hate kirin, weke Apê nemir wê ti carî ji bîr neçe.

Di vê demê de êdî şerê li Sûriyayê bi dawî dibe. Li Dêra Zorê hebûna DAÎŞ'ê ya li ser erdê bi dawî dibe. Tirkiye roj û şev dixwze vê herêma ku yên wekî Apê Nemir rizgar kirin dagir bike. Apê Nemir li ser vê yekê got, "Niha Tirkiye gefan li me dixwe, lê ew vîn û hêza me têrê dike ku em wan jî bişikînin. Wekî ku me li DAÎŞ'ê kir em dikarin li wan jî bikin."

Pişt re em hinekî bi Apê Nemir re li nav kolanên bajêr geriyan. dema çavên xwe li zarokên bajêr diket ken dihat ser rûyên wî. Her digot, "Dema zarokên vî welatî dilîzin kela min radibe û min çi zehmetî kişandibe wekî berfa çilî havînê de dihile."

Dibêjin di zehmetiyan de mirovên baş û nebaş derdikevin holê. Apê Nemir jî mînaka Kurdekî xwedî vîn û welatparêze wekî wî bi hezaran li vî welatî hene. Niha jî Apê Nemir wek hemwelatiyekî normal li bajarê Kobanê dijî. Heta ku mirov çîroka wî nizanibe haya mirovan jê çênabe ku çiqas kesayetekî berxwedêr e û beşdarî şerê li dijî DAÎŞ'ê bûye. Apê nemir ku ji destê xwe birîndar e dibêje, "Eger destê min weke berê bibe ez ê li ser sînor di mewziyan de cihê xwe bigirim."