Berxwedana gerîla bênavber dewam dike

Li dijî êrişên hewayî û bejahî yên dewleta Tirk a dagirker, berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bênavber dewam dike.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

18'ê Tebaxê saet di 06:00 de artêşa Tirk a dagirker li qada Geliyê Şehîd Firat a navçeya Kemanê ya Erzînganê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir. Dagirkerên ku danê êvarê karê lêgerînê kirin, saet di 20:30'î de yekîneyên xwe yên veşartî li qadê hiştin û bi rengekî bêencam vekişiyan.

Herêma Avaşînê qadên berxwedanê yên Girê Sor û Werxelê;

24'ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker piştî ku bi teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Girê Sor barandin, xwestin bi pêş ve biçin. Di encama destwerdana berxwedêrên Girê Sor de dagirker bêencam man û neçar man xwe vekişînin. Heman rojê saet di 19:00 de careke din bi teqemeniyan û çekên giran bombe li qadên berxwedanê barandin.

24'ê Tebaxê saet di navbera 02:55-03:00 de artêşa Tirk a dagirker qada berxwedanê ya Werxelê 4 caran bi teqemeniyan bombe kir û piştre xwe bi pêş ve biçe. Bi destwerdana berxwedêrên Werxelê re dagirker vekişiyan.

Li Werxelê, li gel bikaranîna her rê û rêbazê jî dagirker ji ber destwerdana hêzên me nikarin bi pêş ve biçin. Sibeha 25'ê Tebaxê bi rengekî giran gazên kîmyewî li dijî qadên berxwedanê bi kar anîn.

24'ê Tebaxê saet di navbera 20:00-22:00 de li herêma Metînayê li xeta Qaşûrayê liv û tevgera helîkopteran hebû. Heman saetê li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê, derdora gundên Kêste, Derarê, Seraru, Deşîşê, Êdinê û quntara Girê Zendûra, Girê Şehîd Çiya û qada Koordîneyê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

24'ê Tebaxê saet di navbera 23:00-01:00 de li herêma Zapê qadên Tîpa T, Çemço û Kûnîşka bi helîkopterên êrişê û ji qereqolên li ser sînor bi obusan hatin bombekirin.

24'ê Tebaxê saet di navbera 21:30-23:40'î de li herêma Avaşînê li qadên Mervanos, Tabûra Ereban, Girê Sor, Girê Spî û Girê Silêman liv û tevgera helîkopteran hebû. Heman rojê saet di navbera 23:00-00:00 de quntarên Stûnê, Girê Şehîd Rizgar, Qela Stûnê, Girê Şehîd Întîkam bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin."