Berxwedana Şenyaşaran didome: Banga lêxwedîderketinê

Malbata Şenyaşar ev 171 roj in li ber xwe dide. Malbat wê berxwedana xwe li Enqerê bidomîne, banga destekê hate kirin.

Ji parêzerên Malbata Şenyaşar Serhat Kurt got wê malbat di rojên pêş de çalakiya xwe li Enqereyê bidomîne, bang li her kesî kir ku piştevanî li malbatê were kirin.
 
Malbata Şenyaşar (Emîne û Ferît Şenyaşar) ku ji malbata wan sê kes bi êrîşa AKP'yiyan hatin kuştin, di roja 171an de  “Nobeta Edaletê” li ber avahiya Edliyeya Rihayê domandin. Malbatê îro jî xwest ku dadmendî bi cih were.
 
Parêzerê malbatê Serhat Kurt li gel malbatê nobetê girt û axivî. Kurt diyar kir 171 roj in Serdozgerê Komarê yê Rihayê naxwaze bi malbatê re hevdîtnê bike. Kurt diyar kir ku Emîne û Ferît Şenyaşar di 24’ê tebaxê de ji bo bi dozger re hevdîtinê bikin 10 saet li avahiyê sekinîne û lê daxwaza malbatê ya hevdîtinê bi hêcetên ji rêzê hat redkirin. 

Kurt got sê sal in daxwaza malbatê ya bila kujer werin darizandin nayê pejirandin. Kurt destnîşan kir ku rojên li pêşiya me malbat wê çalakiya xwe li paytexta Tirkiyê Enqerê bidomîne û xwest ku her kes li malbatê xwedî derkeve.
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê jî hesabên Wezareta Dadê, Desteya Giştî ya Meclîsê û CHP’ê etîket kir û wiha got: “Niyeta we ya nebaş û berjewendiyê we yên siyasî malbatekê tune kirin. We mala dayikê veguhezandiye ser pêyarêya li ber edliyê. Dozger jî ewilî we wîjdana xwe avêt û paşê jî we cubeyan li xwe kir. Helbet wê çerxa vê zilmê bişikê.”