Bersiva li banga seferberiyê: Ji Rojava 50 ciwan tevlî nava refên gerîla bûn

Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qadên gerîla, bi banga Komalên Ciwan a ji bo seferberiyê 50 ciwanên Rojavayê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bûn.

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkarê xwe PDK’ê re, ji 17’ê Nîsanê ve êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin. Ji gazên kîmyewî heta bi çekên qedexekirî li dijî gerîla her cûre çek têne bikaranîn. Tevî şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê, li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat Kurd û dostên wan li ser piyan e. Bi banga seferberiyê ya Komalên Ciwan re jî ciwan berê xwe didin nava refên gerîla.

Li gorî nûçeya NûçeCiwan herî dawî 50 ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew tevlî nava refên gerîla dibin.

Daxuyanî wiha ye:

"Niha li çiyayên Kurdistanê, dewleta Tirk a hov û hevkarê wê PDK’ê li ser gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, êrişên hovane dikin. Lê belê ev bû 50 sal bi têkoşîna PKK’ê bersiva wan tê dayîn. Niha li çiyayên Kurdistanê de asê mane. Li hember gerîla ne dikarin şer bikin û ne jî dikarin şûn de vekişin. Rastiyeke ku tenê PKK’ê ji bo gelê Kurd û Kurdistanê şer dike.

Her cara ku xwestine gelê Kurd qir bikin, PKK li beramberî xwe dîtine. Li Rojavayê Kurdistanê yên li dijî terora dewleta Tirk û DAÎŞ'ê şer kir û xwe kir mertalê parastina şoreşa Rojava PKK’ê bû. Li Şengal û Başûrê Kurdistanê jî hêzên ku xwe rewa dibînin li hemberî DAÎŞ'ê bi derfetên xwe yên mezin têk çûn, tenê gerîlayên HPG û YJA STAR’ê bêyî ku destûr ji kesekî bixwazin derbasî qadên şer bûn û şer kirin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo gelê Kurd hebûn û nîşaneya seketinê ne. Ji ber vê jî dewleta Tirk a dagirker vê carê berê xwe daye çiyayên Kurdistanê. Di 17’ê Nîsana 2022′an de dewleta Tirk û hevakarê wê PDK êrişên dagirkeriyê li ser Avaşîn, Zap û Metîna dan destpêkirin. Çete, cerdevan û teknîkên xwe ji bo qirkirina gelê kurd seferber kirine.

Pêwîste êrişa ku li çiyayên Kurdistan tê meşandin, weke êrişa qirkirina gelê Kurd were fêmkirin. Dewleta Tirk bi piştgiriya NATO û hevkariya PDK’ê bi hemû cureyên derveyî pîvanên şer li hember gerîla ketiye nava şerekî dijwar. Ji bi karanîna gazên kîmyawî, heya bombeyên qedexekirî hemû tên bikaranîn. Tevî vê jî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û leşkerên Rêber Apo bi ruhekî fedayî û bi israrek mezin li hemberî hêza NATO şer dikin û bênavber derbên giran li dijmin dixin.

Em jî weke ciwanên Rojavayê Kuridstanê, berê xwe didin Zapê. Dema ku DAÎŞ'ê êrişî Rojavayê Kurdistanê û Şengalê kir, ji bilî gerîla kesî parastina gelê Kurd û welat ve nekir. Em jî weke ciwanên Rojavayê Kurdistanê, berxwedana gerîla ji bo xwe mînak dibînin. Ji bo wê em biryara xwe didin ku bi gerîla re, li çiyayên Kurdistanê tevlî pêngava seferberiyê bibin ku tevgera ciwanan ragihandiye. Li ser vê bingehê tevlî nava refên gerîla dibin.

Di 50'emîn sala serketinê ya Rêber Apo de, em jî 50 ciwanên Rojavayê Kurdistanê berê xwe didin çiyayên azad. Li ser vê bingehê em bang dkin ku hemû ciwanên Kurdistanê tevlî şerê serketinê bibin. Werin cenga azadiya Kurdistanê."