‘Berpirsên vê êrîşa terorî hikûmet û asayîş in‘

Hevjîna Zekî Mihemed Çelebî ê ku bi hevkariya PDK’ê ji aliyê MÎT’a Tirk ve hate gulebarankirin û şehîd bû, anî ziman ku berpirsê vê êrîşa terorî hikûmeta herêmê ye û xwest bûyer were ronîkirin.

Welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê Zekî Mihemed Çelebî li Silêmaniyê bi hevkariya PDK’ê ji aliyê MÎT’a Tirk ve hate gulebarankirin. Piştî Çelebî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî ji bo Saziya Tiba Edlî ya Silêmaniyê hat rakirin. Di van kêliyan de ji bo wergirtina cenazeyê Çelebî, girseyeke mezin ku di nav de malbata Zekî û hevalên wî jî hene, bi dirûşmeyên “Bimire xiyanet” û “Şehîd namirin” li ber derê Saziya Tiba Edliyê kom bûne.

Li vir li ser navê Komeleya Karkerên Mezopotamya Mûsa Çîftçî daxuyaniyek da û bal kişand li ser êrîşên terorî yên li ser niştecihên Bakurê Kurdistanê.  Çîftçî anî ziman ku gelek caran welatiyên Bakurê Kurdistanê rastî êrîşan tên û got: “Berî niha heval Şukrî Serhed rastî êrîşa terorî hat û şehîd bû. Dîsa ciwanekî din rastî êrîşa terorî hat. Herî dawî duh bi şev Zekî Mihemed Çelebî hate hedef girtin.“

Piştre hevjîna Zekî Mihemed Çelebî axivî û got: “Berpirsê vê êrîşa terorî hikûmeta herêmê ye. Ez bang li hikûmeta herêmê û asayîşê dikim ku demildest vê êrîşa terorî zelal bikin û kujer werin darizandin. Ez bi şehadeta Zekî serbilind im. Ez ê zarokên xwe bi fikra şehîd Zekî mezin bikim.“

Tê payîn ku cenazeyê Zekî Mihemed Çelebî bibin Bakurê Kurdistanê.