Bernameya merasîma rakirina cenazeyê Mam Celal hate eşkerekirin

Bernameya merasîma rakirina cenazeyê Sekreterê Giştî yê YNK'ê Celal Talabanî hate eşkerekirin.

Polîtburo ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK), bernameya merasîma rakirina cenazeyê Mam Celal eşkere kir. Li gorî daxuyaniya polîtburoyê, bernameya merasîmê wiha ye:

"Cenaze, wê roja Înê berî nîvro bigihêje Balafirgeha Silêmanî. Cenaze wê li gorî protokolê bi merasîmekê bê pêşwazîkirin. Bernameya fermî, sivîl û siyasî wê li balafirgehê dest pê bike.

Cenaze wê piştre bibin Mizgefta Mezin a Silêmanî.

Hezkirî û dostên Mam Celal wê li Mizgefta Mezin a Silêmanî, cara dawî Mam Celal bibînin.

7'ê Cotmehê ji saet 10:00 û pê ve, wê li Stadyûma Sîrwan Niwê ya li taxa Serçinar a Silêmanî û li 11 bajarên din (Hewlêr, Kerkûk, Dihok, Helebce, Zaxo, Ranya, Koyê, Kelar, Soran, Çemçemal) pêşwaziya serdanên sersaxiyê were kirin.

Ji balafirgehê heta avahiya navendî ya YNK'ê ya li Silêmanî, wê şêniyên Kerkûk, Çemçemal, Hewlêr, Koyê, Raperîn, Dihok, Mûsil û Şengalê, endamên sazî û sendîkayan, dost û hezkiriyên Mam Celal li ser rêya 60'î, Mam Celal pêşwazî bikin.