Bêrîtan: Pêwîstî bi polîtîkayeke nû heye

Hevserokê KODAR'ê Fûad Bêrîtan diyar kir ku meyla civaka Îranê li ser demokratîkbûnê heye û got, pêwîstî bi gotin û polîtîkayeke nû heye.

Hevserokê Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fûad Bêrîtan ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku li Îranê kevneşopiyeke xurt civakî û çandî heye û got, "Nirxên edalet û wekheviyê di bingeha nirxên çandî yên civakî de bi xurtî hene. Çandeke demokratîk û azadîparêz jî heye. Şaş e ku mirov ji bo Îranê û civaka Îranê bêjin ku kevneşopiya azadîparêz û demokratîk nîne. Dîroka kevn li aliyekî, di şoreşa Îslamê ya Îranê ya jî şoreşa ku Şah têk bir de, taybetmendiyên xurt ên demokratîk hene. Di nava civakê de hişyariyeke xurt a demokratîk derkete holê. Li Îranê şoreşa demokratîk pêk hat. Vê şoreşê hest û karakterê civaka Îranê bi berfirehî guherand. Civak bi rengekî koledarî serî li ber dewlet û desthilatadriyê natewîne. Meyla xwe li rêxistinbûn û tevgereke demokratîk heye."

Bêrîtan bal kişand ser zexta rejîma Îranê ya heyî ya li dijî Kurdan û got, "Bi gotina, 'rejîm zextê li gel dike' nabe ku em rastiya li nava civaka Îranê ji nedîtî ve werin... Yên ku ji bo demokrasiyê têdikoşin, dixwazin Îranê demokratîk bikin û pirsgirêka Kurd li ser bingeha siyasî demokratîk çareser bikin û Îraneke demokratîk biafirînin, şert e ku bi rengekî objektîf û rasteqîn li rewşa Îranê binerin. Mirov dikarin vê bi dilrehetî bêjin: Di nava welatên Rojhilata Navîn de, piştî Kurdistanê, piştî rastiya civaka Kurd, civaka ku herî zêde meyla xwe li ser nirxên demokratîk û demokratîkbûnê heye, civaka Îranê ye."

Fûad Bêrîtan destnîşan kir ku weke KODAR'ê ew çareseriya siyasî ya meseleya Kurd bi şêweyê demokratîkbûna Îranê dinirxînin û wiha dewam kir: "Lê belê çareseriya herî baş a ji bo vê gavê li Îranê were kirin ew e, ku hêzAên civakî bên aktîfkirin, li Îranê bi reforman pêşî li demokratîkbûnê were vekirin û di serî de meseleya Kurd pirsgirêka hemû gelên din ên li Îranê li ser bingeha siyasî demokratîk bê çareserkirin. Bêguman pêvajoya demokratîkbûna Îranê wê ji bo azadiya gelê Kurd jî derfetên girîng pêşkêş bike."

Bêrîtan diyar kir, ew dixwazin di nava jiyana çandî, siyasî û civakî ya Îranê de dawî li paşverûtiyên ku dînamîzma civakî ji holê radikin bînin û got, "Ev yek jî wê ne bi mejiyê cîhana rojava bê kirin. Ev yek wê li ser bingeha nirxên erênî yên Îranê, li ser bingeha rastiya dîrokî ya Rojhilata Navîn bê kirin."

Hevserokê KODAR'ê destnîşan ku demokratîkbûna li Îranê û têkoşîna azadiyê wê di nava şert û mercên Îranê de rû bide û diyar kir, mûxalefeta li Îranê jî divê vê yekê bibîne û bi gotineke nû, bi polîtîkayeke nû, bi zimanekî nû têkoşîna demokratîk bi pêş ve bibe.

Bêrîtan da xuyakirin ku hebûna gerîla wê weke garantiya azadî û demokrasiyê bidome û got, "Wê hêzeke parastinê be. Li dijî her şêwe êrîşan wê gel û nirxên gel biparêze. Têkoşîneke bêyî parastina rewa, bi taybetî li cihekî mîna Rojhilata Navîn tê wê wateyê ku mirov berxê radestî gur bikin."

Fûad Bêrîtan diyar kir ku tevî hebûna hêzên parastina rewa, girîng e rêxistinbûna demokratîk were xurtkirin, li ser bingeha têkoşîna demokrasiyê ya bi gelên Îranê re ji bo armanca Îrana demokratîk û Kurdistaneke xweser a demokratîk an jî federal, têkoşîn bê xurtkirin.