Berhemên gelê Ermen yek bi yek tên tinekirin

Dêra Taşhoron a dîrokî ya li Meletiyê, ji ber xemsariyê li ber hilweşînê ye. Dêr bûye devereke ku kesên madeyan bi kar tînin bi cih bûne. Her wiha ji aliyê defînegeran ve hatiye talankirin.

Dêra dîrokî Taşhoron (Surp Yerrortutyun) li taxa Çavûşoglû ya Meletiyê ye ku zarokatiya Hrant Dînk lê derbas bû. Ji ber ku karê restorasyonê yê sala 2012'an nîvco hate hiştin, dêr li ber hilweşînê ye. Tê texmînkirin ku dêr di nîvê duyemîn ê sedsala 18'an de hatiye avakirin.

Milkê dêrê di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê, Midûriyeta Giştî ya Weqfan û Midûriyeta Giştî ya Avahîfiroşan a Milî de hate parvekirin. Berî pênc salan karê restorekirinê dest pê kir û îskeleya li ber avahiya dîrokî hîn jî li cihê xwe ye. Ji ber xemsariyê dêr veguheriye xirbe û li ber hilweşînê ye.

Heta salên 1970'î gelek malbatên Ermen li vê herêmê bûn. Ji ber êrîşên wê demê û darbeya 1980'î malbatên mayî jî neçar man koç bikin. Beriya çend salan qubbeyan ji axê ya dêrê hilweşiya. Restorasyona ku berî pênc salan dest pê kir gelê Ermen û şêniyên taxê kêfxweş kiribû.

Li gorî agahiyên ku şêniyên taxê ragihandin, ji ber ku pereyê ji fîrmaya restorasyonê re bihata dayin nehate dayin fîrmayê dest ji kar berda. Mirov dibêjin ku dêr ji ber xemsariyê li ber hilweşînê ye, qubbeya ji axê ya dêrê hilweşiya ye û dema dawî jî bûye hedefa defînegeran. Her wiha kesên madeyên narkotîkê bi kar tînin li dêrê bi cih bûne. Dêra dîrokî ji aliyê defînegeran ve hatiye talankirin.