Berfîn Denîz: Berxwedana gerîla ji bo Kurdistanê tecrûbeyeke girîng e

Ji fermandarên HPJ'ê Berfîn Denîz destnîşan kir ku berxwedana gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ji bo tevahiya Kurdistanê tecrûbeyeke girîng e û got, "Em jî dikarin xwe li gorî van tecrûbeyan bi rêxistin bikin."

Ji fermandarên Hêzên Parastina Jinê (HPJ) Berfîn Denîz, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser tevahiya Kurdistanê û berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê ji ANF'ê re nirxand.

Berfîn Denîz diyar kir ku dewleta Tirk dema dawî bi hemû hêz û teknîka xwe êrişî tevgera azadiyê dike û got, "Bi rêya van êrişan dixwaze gelê Kurd û tevgera azadiyê tune bike. Lewma ji her alî ve xwe seferber kiriye. Bi taybetî piştî civîna NATO'yê ev yek bêhtir eşkere bûye."

Fermandar Berfîn Denîz destnîşan kir ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li hemberî van êrişan bi rengekî bêhempa li çiyayên Kurdistanê têdikoşin û siyaseta pelçiqandinê têk dibin.

'VÊ BERXWEDANÊ NÎŞAN DA KU YÊN KURDISTANÊ DIPARÊZIN HÊZÊN GERÎLA NE'

Berfîn Denîz anî ziman ku berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê tê meşandin ji bo tevahiya Rojhilata Navîn berxwedaneke dîrokî ye û wiha dewam kir, "Gerîlayên azadiyê bi vê berxwedana li çiyayên Kurdistanê nîşan da ku yên Kurdistanê diparêzin hêzên gerîla ne. Gerîlayên niha li çeperên şer li ber xwe didin, bi îdeolojî û felsefeya Rêber Apo vê yekê dikin."

Fermandar Berfîn Denîz diyar kir ku dema mirov bala xwe dide ser berxwedana dîrokî ya gerîla, dibîne ku ew parêzvanên welatê xwe ne û got, "Di heman demê de ji bo tevahiya Rojhilata Navîn semboleke. Ev yek jî radixe pêş çavan ku dema mirov bi doza xwe dilsoz be, çawa li ber xwe dide. Ev yek derbek li sîstema NATO'yê, li sîstema kapîtalîzmê ye, ku takekesiyê kûrtir dike."

'ÇAVKANIYA ME YA SÛDWERGIRTINÊ BERXWEDANA RÊBER APO YE'

Berfîn Denîz destnîşan kir ku ev berxwedan wan li ser piyan dihêle, dibe çavkaniya sûdwergirtinê ku rastiya dijmin fêhm bike û li gorî wê li ber xwe bide. Berfîn Denîz got, "Gerîlayên YJA Starê yên li wan çeperan li ber xwe didin hemû ciwan in, bi bîr û baweriyeke xurt têdikoşin. Ev yek ji bo me jî çavkaniya tecrûbeyê ye ku li çeperên Rojhilatê Kurdistanê xwe amade bikin û li gorî wê tevbigerin."

Ji fermandarên HPJ'ê Berfîn Denîz diyar kir ku ew xwe dispêrin berxwedana li Îmraliyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi sûdwergirtina ji vê berxwedanê xwê ji bo têkoşînê xirtir dikin.

Di dawiya axaftina xwe de Berfîn Denîz got, "Ev dem ne ew dem e ku em di pencereyeke teng de li pêiya xwe binerin. Ji ber ku ev dem demeke wisa ye ku ji her alî ve dijmin êriş dike. Pêwîste li gorî vê yekê lê binere. Li ser vê bingehê li dijî dagirkeriyê bîr û baweriyek di ruh de hatiye avakirin. Li ku derê ruh yek be, fikir yek be, di heman demê de wê têkoşîna me jî yek be."