Bereya Demokratîk a Gel piştgirî da raperîna gel

Bereya Demokratîk a Gel bi daxuyaniyekê piştgirî da xwepêşandanên protestoyî yên gel ku ev 2 roj in dewam dikin.

Bereya Demokratîk a Gel, li ser xwepêşandanên protestoyî yên girseyî ku ji bo hikumeta Başûrê Kurdistanê îstifa bike tên lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya Bereya Gel de hat gotin: "Ev xwêpeşandan encama daxwazên rewa yên gel in. Desthilatdariyê guh nedaye daxwazên gel û vê jî rê li ber çalakiyan vekiriye."

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca xwepêşandanan avakirina jiyanek azad û aram e û wiha hat domandin: "Em weke Bereya Gel piştgiriya van daxwazên gel dikin û diyar kirin ku em di nava têkoşînê de ne ku ev daxwazên gel bên pêkanîn. Em jî xwe wekî beşek ji vê têkoşînê dibînin."

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang li desthilatdariya Herêma Kurdistanê hate kirin: "Em bang li desthilatdariya Herêma Kurdistanê dikin ku bi şîdetê bersiv nedin xwepêşandanan û rêya çareseriyê peyda bikin. Yên şîdetê bikar tînin desthilatdar in, ne gel e. Bûyerên ku derdikevin jî di encama şîdeta desthilatdaran de çêdibin."