Raperîna gelê Başûr di roja duyemîn de ye -NÛ BÛ

Çalakiyên gel ên duh li Başûrê Kurdistanê dest pê kirin, di roja duyemîn de dewam dikin. Di çalakiyan de banga îstifayê li hikumetê tê kirin.

Nerazîbûna gelê Başûrê Kurdistanê ya li hemberî hikumetê bi çalakiyên girseyî dewam dike. Çalakiyên ku duh dest pê kirin îro jî didomin. Li gelem bajaran gel daket kolanan û dest bi çalakiyan kir.

GERMIYAN

Li bajarê Kifrê yê Germiyanê, welatiyan rêya navbera Kifrê û Kelarê li trafîkê girtin. Welatî bi dirûşma "Reform bi mafyatî û firotina axê nabe" daketin qadan û polîtîkayên şaş ên hikumetê şermezar dikin.

Çalakger dibêjin, "Em doza mafê xwe dikin, doza kar û nanê xwe dikin. Em ê çalakiyên xwe bidomînin."

SILÊMANÎ

Li Silêmanî duh bi hezaran kes daketibûn qadan û polîtîkayên hikumetê şermezar kiribûn. Ji danê vê sibehê ve hêzên asayîşê û polîsan cihê Bazarê û kolana Mewlewî girtine ji bo nehêlin xwepêşandan bên lidarxistin. Bi sedan polîsî dor li cihên ku duh çalakî lê hatin lidarxistin girtin.

Tevî vê yekê jî şêniyên Silêmanî daketin qadan û xwepêşandan li dar xistin. Lê belê hêzên asayîşê dest li xwepêşandêran werdan û 3 kes birîndar kirin.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr.

HEWLÊR

Li navçeya Koyê û bajarokê Teqteqê yên Hewlêrê jî, gel danê sibehê herikî qadan.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, avahiya qeymeqamtiya Koyê hatiye şewitandin.

Çalakgerên ku ji RojNewsê re axivîn gotin, heta ku hikumeta îstifa bike û şert û mercên jiyanê bên başkirin wê çalakî û xwepêşandanên xwe bidomînin. Çalakgeran diyar kirin ku wê di rojên bê de çalakiyên xwe zêdetir bikin.

Ji çalakgeran Kameran Ehmed ê ji Koyê got, "Di demeke wiha de ku gel di rewşeke nebaş de ye, hikumet ji xwe re li Ewropayê digere. Ji ber vê yekê em dibêjin, heta ku ev hikumet biçe, wê çalakî dewam bikin."

HELEBÇE

Çalakgerên li Helebçeyê derketin qadan, li ber avahiya YNK'ê li hev civiyan. Hêzên asayîşê dor li girseya gel girtin û ji bo çalakger ji hev belav bibin, dest li wan werdidin.

HIKUMETÊ DAXUYANÎ DA

Di vê navberê de hikumeta herêmî ya Başûrê Kurdistanê li ser çalakiyan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku mafê gel e ku protesto bike, lê ne rast e ku saziyên hikumetê bike hedef.

Di daxuyaniya hikumetê de ji bo bendewariyên gel bersivek zelal nehat dayin.