BI DÎMEN

Berê koçberan li Minbicê ye

Buroya Koçberiyê ya ser bi Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê ragihand, di nava 2 rojan de 40 hezar koçber hatine herêmên rizgarkirî yên Minbicê.

 

 

Ji ber şerê navbera rejîma Baas, çeteyên DAIŞ'ê û artêşa Tirk a dagirker ê li bajarokê El Xefîsa û derdora wê yên li başûrê Minbicê, bi deh hezaran mirov neçar man cih û warên xwe biterikînin. Koçberên berê xwe didin Minbicê, ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve tên parastin.

Buroya Koçberiyê ya ser bi Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê ragihand, di nava 2 rojan de ji El Xefsa, Meskene û Babê, 40 hezar koçber gihîştine Minbicê.

Rayedarê Buroya Koçberiyê Yûsûf Ehmed da xuyakirin, ku derfetên wan kêm e û zehmetiyan dikişînin ku bersivê bidin hemû pêdiviyên koçberan. Ehmed got, "Gelek koçber li erdê radizên. Derfetên me nîne ku em ji bo koçberan konan vedin."

Ehmed bang li rêxistinên navneteweyî û saziyên mafên mirovan kir, ku bi lezgînî alîkariyê bi wan re bikin.