Berê Amediyan li qada Newrozê ye

Şêniyên Amedê bi qîrîna dirûşmên li dijî tecrîdê ber bi qada Newrozê ve diçin.

Newroza îsal a li Amedê bi şiyara 'Em ê teqez bi ser bikevin, em ê tecrîdê ji holê rakin' pêk tê. Parka Newrozê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.

Şêniyên Amedê ku ji çar aliyên bajêr berê xwe dan Parka Newrozê, li qadên Goristana Yenîkoyê, Kolana Evrîm Alataş û Kolana Yenî Halê dest bi meşê kirin. Girseya gel li Kolana Zumrutkentê kom bûye û li bendê ne ku ji bendên kontrolê yên polîsan derbas bibe. Xwendekarên ku dibistan boykot kirine û jinên bi kincê gelêrî her li pêş in. Ciwan jî govendê digerînin û dirûşmên "Leyla Guven rûmeta me ye", "Zulkuf Gezen bêmirin e", "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo" diqîrin.

Bi sedan ciwanên li ser Rêya Rihayê li hev civiyan, ber bi qada Newrozê ve meşiyan. Dinakar û welatiyên herêmê jî tevlî meşa ciwanan bûn. Meş hîn jî dewam dike.

Bi sedan kesên ku ji sê baskan ve xwe gihandin Parka Newrozê, li ber bendên kontrolê ketine rêzê.

Pîrozbahiya Newrozê ya Amedê ji aliyê 268 saziyên çapemeniyê yên xwecihî û welatên cuda ve tê şopandin.

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, nûnerên partiyên Kurdan wê li pîrozbahiyê biaxivin.

Her wiha wê peyama Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bê xwendin.

Koma Bajar, Koma Pel û Pinar Aydinlar wê derkevin ser dikê û hunera xwe pêşkêş bikin.