'Berdêla xwe çi dibe bila bibe, di vî şerî de em ê bi ser bikevin

Gerîla Sara Ronahî destnîşan kir ku li dijî her şêwe êrişên dewleta Tirk wê Heftanînê biparêzin û got, "Berdêla xwe çi dibe bila bibe di vî şerî de em ê bi ser bikevin."

Li Heftanînê ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk lê tên kirin, berxwedana gerîla dewam dike. Yek ji gerîlayên ku di nava berxwedana Heftanînê de ye, Sara Ronahî ye. Sara Ronahî ku demeke dirêj e li qada Heftanînê ye, êrişên dewleta Tirk û berxwedana gerîla ya li dijî van êrişan nirxand. Sara Ronahî got, “Êrîşên par li ser Heftanînê dest pê kir, êrîşên hovane ye. Par dewleta Tirk nikarî bibe serwerê axê. Ji ber ku dewleta Tirk nediwêrî derbasî nav kûrahiya Heftanînê bibe.Girek digirtin û disekinîn. Cerdevan û kontra jî cihê xwe digirtin. Lê piştî çalakiyên gerîlla, vegeriyan. Ji ber wê ne berfireh bû. Îsal jî êrîşeke hewayî ya berfireh hat lidarxistin. Her saet lêdidan û leşkerên xwe datanîn. Piştra cerdevan dadiketin hinek jêrtir. Ango di vê operasyonê de şerekî rû bi rû nehat kirin. Bi giştî operasyoneke hewayî bû. Dewleta Tirk bi me re şerekî giran nemeşand. Bi hêza hewayî şer kirin lê dîsa nikarîbûn gerîlayan vegerînin.

'NIKARIN LEŞKERÊN XWE DAXÎNIN QADA ŞER'

Dema balefir û kobra dihatin lêdidan, hevalan bi awayekî qehremanî li hember wan şer dikirin û dewleta Tirk nikarîbû leşkerên xwe daxîne. Rêveberên dewleta Tirk a dagirker jî çend caran îşaret bi vê yekê kirin. Heya niha jî nikarin bi rehetî leşkerên xwe deynin. Gerîlla li her kêliyekê li dagirkeran didin û nahêlin pêşda werin. Dema dagirker dixwazin pêşde werin, gerîlla çawa firset dibîne lê dide. Bi rastî encamên heyî hemû bi saya qehremanên şer dikin û şehîd dikevin tên girtin. Sekna jiyanê, hezkirina jiyanê û rihê Apoyî li Heftanînê derdikevê holê. Çawa ew qehreman li Heftanînê li ber xwe da û alaya berxwedanê dewrî me dikin, ji bo em cihê wan bigirin em ê jî li gorî rihê wan hevalan tevbigerin.”

‘RIHÊ BERXWEDANÊ JI HEVALTIYÊ TÊ’

Dema mirov li çavên van berxwedêran dinêre hêzeke ne normal di çavê wan de diyar dibe. Ev hêz zemîna xwe ji rihê wan ya hevaltiyê digre. Ronahî wiha qala hevaltiya li Heftanînê dike, “Rihê wan hevalan hezkirina jiyanê ye, fedakariya jiyanê ye, di her kêliyê de tevlêbûna jiyanê ya bi rihê fedayî ye. Dema mirov van dibîne, dixwaze di her kêliyê de tevlî vê jiyana pîroz bibe. Mirov dixwaze di nav vê jiyanê de xwe bide helandin û ji nû de xwe ava bike. Ya rast ew rihê wan qehremanan ji bo me tê dewrkirin û em bi awayekî çalak di nav Cenga Heftanînê de cih digirin. Rihê berxwedanî û hevaltî di kêliyan de veşartîne. Heger mirov bixwaze bîne ser ziman pêwîst e bi Mazlûman, Zelalan, Rêzanan, Peymanan re bîranîn hebe. Jiyana bi wan hevalan re wateya jiyanê nîşan dide. Weke heval Rustem kêliya xwe ji zinaran avêt bi wê rihê tevlî jiyanê bûyîn û cihê wan hiştî dewam kirin, ji bo me bû erk. Bi rihê wan şehîdan tevlîbûn wê serkeftina me di astengkirina plana dagirkeran bide diyarkirin. Wê dijmin li tu cihekî nikaribe bijî. Tişta ji me jî tê xwestin jî em di demê wê de bikin û bi ser bixînin. Çi berdêl dibe bila bibe em ê bidin û em vî şerî serkeftî bi dawî bikin.”

‘NE TENÊ DI ŞEHADETÊ, DI JIYANÊ DE JÎ QEHREMAN BÛN’

Ronahî di şerê Pîrbûla cihê xwe girt. Di vî şerî de bi dehan leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin. Ronahî qala qehremanên wî şerî dike û wiha dewam dike: “Bi rastî qalkirina wan hevalan zehmet e. Herî dawî jî me bi Şehîd Mazlûm, Ferman, Warşîn û Sorxwîn li Pîrbûla bi hev re cih girt. Ew qehremanên şerê Pîrbûlayê bûn. Heval Warşîn û Sorxwîn bi dijmin re di mesafeya bombeyê de ketin şer û bi qehremantî şehîd ketin. Ew kêliyên şer, hezkirina wan ya jiyanê û fedakariya wan, li pêşiya hevalên xwe çune şer, ji bo zirarek bi hevalan ve neyê ew xwe didan pêş. Heval Mazlûm û Ferman herdu jî qehremanên mezin bûn. Di jiyanê qehreman bûn, ne bi tenê di dema şehadetê de. Bi qehremanî jiyan dikirin. Her kêlî bi hevalan re bûn. Rola û misyona xwe di jiyanê de digirtin. Ji xwe di şer de pêşengtî kirin.

'FERMANDARÊ MIN BÛ'

Heval Mazlûm em 5 sal bi hev re bûn, fermandarê min bû. Şer û jiyan fêrî her kesî kir. Fedakarî çawa dibe, jiyana PKK çawa rast pêk tê, pêwîstiyên şer çine, fêrî me kir. Hîn rêxistinê negotibû ev tişt pêwîst e heval Mazlûm dikir û bi me re dida fêmkirin. Digot: ‘Berî rêxistin ji we re bibêjê, pêwîst e hûn bi xwe bizanibin û bi xwe jî bikin’. Hember dijmin em çawa li dijmin bidin û xwe biparêzin di her kêliyekî de me fêr dikir. Ji ber wê her pêşengê me bû. Heval Ferman jî wisa bû. Hetanî kêliya dawî jî çawa ji jiyanê hez dikirin, em ji wan fêr bûn. Me bi hezkirin û hevaltiya wan şer kir.”

'WÊ SAX JI HEFTANÎNÊ DERNEKEVIN'

Li ser pirsa wê rewşa dewleta dagirker li Heftanînê bi çi awayî be Ronahî got, “Ji bo cenga Heftanîn jixwe slogana me diyar e, ev der Heftanîn e. Dibe dijmin sax derbasî Heftanînê bibe lê wê tu carî sax venegere. Wê mirî vegere. Armanca me diyar e. Axa em li ser in axa Kurdistanê ye. Çi berdêl pêwîst bike em ê bidin. Lê tu caran wê artêşa dewleta Tirk û cerdevan sax ji Heftanînê dernekevin. Em ê Heftanînê ji wan re bikin goristan. Axa Heftanînê pîroz e, wê ji wan re bibe gor. Lê yên niha hatine wê ji wan bibe goristan.

Herî dawî jî vê stranê diyarî Şehîd Zelal û Hêjar dikim. Dema min distra, digotin vê sitranê bêje. Bila ev stran diyarî rihê wan yê pîroz be.”

Dema mirov van berxwedêran dibîne, ziman lal dibe. Mirov êdî nizane wê çawa qala hestên wan ya ku di nav jiyana wan de diyar dibe bike. Çiqas mirov binivîse jî, ez bawer im çi lênûseke di cîhanê de nîne ku têr bike û hestên wan îfade bike. Bêhna berxwedanê ku di hucreyên laşê wan de xwe bi cih kirî, ji bêhna hezar gul û çîçekên biharê xweştir e. Encax mirov dema van mirovan nas bike wê demê dikare lêgerîna azadiyê û hestên Kurdîniyê bizane. Çiqas ji dûr ve ev tişt diyar bin jî, deqîqeyekê jiyana bi van kesan re, mirovan dibe cîhaneke ku têkçûn di ferhenga wê de tune.”