'Bêhna berxwedanê ji çavên te tê'

Hevalên te di nivîsekê de ya ji bo te nivîsandin gotibûn, "Bêhna berxwedanê ji çavên te tê". Tu bû berxwedan hevalê Harûn. Tu bû berxwedana di dilê me de...

Di nava jiyana gerîla de ti nêzîkatiyên hişk nîne. Ne tu dikare bêje spî ye, ne jî reş e. Hem a hemû rengan e, hem jî ya ti rengî ye. Mirov ne dikare bêje ya çandekê ye, lê di heman demê de ya her deverê ye. Dema ku di rêya ku nîşanî min da de meşiyam li vê yekê rast hatim. Jineke ciwan bû, li gel wê rûniştim. Navê wê Hêlîn Harûn e. Dema ku dibêjim çima Hêlîn Harûn, dest pê dike ku qala birayê xwe yê biçûk bike.

Harûn ji navçeyeke bedew a Agiriyê ji Bazîdê ye. Li sirgûniyê ji dayik bûye. Gerîlayekî ciwan ê bîst û sê salî bû. Ji Kayseriyê berê xwe daye çiyê. Têkoşîna xwe ya ji bo mirovahiyê li çiyayên Botanê didomîne. 1'ê tebaxa 2015'an li Girê Cotyar tevlî karwanê nemiran dibe.

DENÎZ BINEVŞ QALA HARÛN ÇEKDAR DIKE

Di destê Hêlîn de lênûskeke biçûk heye. Dema dixwaze lê binere, nivîseke din dibîne ku gerîlayeke din ji Harûn re nivîsî ye. Denîz Binevş qet Harûn nedîtiye. Em guh bidin Denîz Binevş: "Dema ku tu di emrê biçûk de bi dilê xwe yê mezin tevlî rêxistinê bû min te nas kir. Min te qet nedît, lê belê ji gotinên xwişka te min te nas kir. Hevrê Harûn hîn 16 salî ye ku biryara rêwîtiyeke nû dide û berê xwe dide çiyê. Mezinahiya dilê te di hezkirina li çavên Hêlîn veşartî ye. Qet nehatibû bîra min ku piştî çar salan ez ê bidim pey te, ji nû ve li Hêlîn rast bêm, te, hesret û dilê te careke din di nava çavên Hêlîn de bibînim û rojekê agahiya tevlîbûna te ya li nava nemiran bibihîzim.

Harûn ê dilovan, min ji Hêlîn ji hevrêyên te yên te nas nakin gelekî te bihîst ku mîna ku bi salan e te nas dikim. Her ku li wêneyê te yê li dîwêr dinerim, li wan çavên te yên bi hêvî dinerim soz didim ku bibim hêjayî sekn û dilê te. Di van rojan de ku ji bo gelê me girîng û diyarker e, te bi çalakiya xwe tirs berda dilê dijmin. Bi hêrsa xwe û bi girêdana xwe ya ji bo azadiyê tu bû sembol. Di dîmen de ku piştî çûyîna te min lê temaşe kir, te digot 'Eger biçim Bakur ez ê hîn bêhtir xwe nêzî Rêbertî bibînim' bi wê dilnizmiya xwe. Tu Rêbertî di dilê xwe de dijî di her hucreya xwe de dijî. Rêbertî di dil, mejî û jiyana te de ye. Ji bo afirandina jiyaneke rast tu bi ruhê Apoyî bi ser dijmin ve meşiya.

Tu hêviya dilê me ye. Tu hesreta me ye, tu cihêbûna me ye û tu bi berxwedana xwe hevdîtina me ye. Hevalên te di nivîsekê de ji bo te gotibûn, "Bêhna berxwedanê ji çavên te tê"... Tu bû berxwedan heval Harûn. Tu bû berxwedana di dilê me de..."