'Bêdengiya rêveberiya herêmê tê wateya alîkariya bi êrişê re'

Tevgera Civaka Azadî ya Kurdistanê (Tevgera Azadî) ragihand, ku divê gelê Kurd li dijî dagirkeriyê, palpiştên dagirkeran û tevna sîxuriyê ya dagirkeran helwestê nîşan bide.

Tevgera Azadî bi daxuyaniyekê komkujiya dewleta Tirk a li gundê Sefre û herêma Behdînanê şermezar kir. Tevgera Azadî da xuyakirin ku bêdengiya desthilatdariya herêmê tê wê wateyê ku êrîş bi alîkariya wan tên kirin.

Desteya Rêveber ya Tevgera Azadî derbarê komkujiyên dewleta Tirk de ya 26’ê Gulanê ya li gundê Sefre û êrîşa duh a li Herêma Behdînanê daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya Tevgera Azadî wiha ye:

"Desthilatdariya Başûrê Kurdistanê ji ber siyaseta xwe ya nedemokratîk, aloz û diziyê, gelê Başûrê Kurdistanê xistiye nava pirsgirêkan. Ne wekheviya aborî, pirsgirêkên civakî, bêdengkirina siyasî, bûye nasnameya vê sîstem û desthilatdariya Herêma Kurdistanê ya ev 29 sale dewam dike. Desthilat di vê dema Başûrê Kurdistanê de di rewşekî xirab de derbas dibe, ne amade ye guh bide daxwazên gel û pirsgirêkên hundirîn çareser bike.

Dagirkerên Kurdistanê bi taybet dewleta Tirk a faşîst, sud ji alozî, siyaseta ne neteweyî û ne demokratîk a partiyên Başûrê Kurdistanê digre û ji bo têkbirina rûmetê, serweriya xak, gelê Başûrê Kurdistanê kiriye qurbanê berjewendiyên aborî û partiyan.

Di 26’ê Gulanê de balafirên artêşa Tirk a dagirker, li herêma gundê Sefre ya ser bi Mawat bombebaran kirin. Bi alîkariya sîxûrên hundirîn 3 welatî û 2 gerîlayên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûn.

Duh jî bi heman awayî dewleta Tirk komkujiyek pêkanî. Balafirên şer Dêrelokê bombebaran kirin û di encamê de bavek bi kurê wî ve hatin qetilkirin. Desthilatdariya herêmê, li Silêmanî û Hewlêrê bi hevokek tenê jî van êrîşane şermezar nekirin. Ev jî tê wê wateyê ku ev êrîşane bi alîkariya raste rast ya hêzên desthilatdar ku civaka Başûrê Kurdistanê xistine nava qeyranan de, pêk hatiye.

Em van êrîşane bi tundî şermezar dikin û li ser rêbaza şehîdan, soza têkoşînê didin. Em carek din bê helwestî û bêdengiya Hikumeta Herêma Kurdistan û Iraqê şermezar dikin. Ew ji parastina jiyan û ewlekariya xelkê berpirsin. Em bang li gelê xwe jî dikin da ku xwedî helwest bin û hemberî dagirkerî û sîxûriyê derkevin."